Îsraîl: Amûrên sîxuriyê yên dewleta Tirk li gundewarê Şamê hatin bêbandorkirin

Rayedarekî îsraîlî ragihand ku hêzên wan amûrên sîxuriyê yên dewleta Tirk li gundewarê Şamê bêbandor kirine. Heman rayedarî, Enqere hişyar kir ku “ji vê bêtir nêzîk nebe” û destnîşan kir ku Til Evîv hikumeta Şamê agahdar kiriye ku guh nede fermanên Tirkiyeyê.

Îsraîl: Amûrên sîxuriyê yên dewleta Tirk li gundewarê Şamê hatin bêbandorkirin
28 tebax, 2025   21:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî operaysona Îsraîlê li gundewarê Şamê, rayedarekî îsraîlî got: “Ji bo ewlehiya Îsraîlê gelek pêwîst bû.”

Heman rayedarî ku ji tora Erebiye El Siûdiye re axiviye diyar kir ku hêzên Îsraîlê amûrên veşartî yên xetere vegerandine.

Heman rayedarî got: “Me kesên, ew amûr veguhastine şopand û piştî tasbîtkirina cihê lê hatine veşartin, me ew amûr vegerandin.”

Heman rayedarî destnîşan kir ku Îsraîlê amûrên sîxuriyê yên dewleta Tirk ku vê dawiyê li herêmê hatine bicihkirin, bê bandor kirine û got: “Me rêveberiya Ehmed El Şeri hişyar kir ku bi êgir nelîze û guh nede fermanên Tirkiyeyê.”

Heman rayedarî diyar kir ku Tirkiye “ji zêdetirî hedê xwe nêzî Îsraîlê dibe” û Til Evîv hikumeta Şamê agahdar kiriye ku “sebirê wê û sînorên operasyonên wê neceribîne”.

Duh balafirên Îsraîlê çiyayê El Mani bombebaran kirin û operasyonek li dar xist. Di encamê de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn, gelek wesayît hatin rûxandin.

(şx)