Meclisa Jinan a Sûriyeyê êrişa li dijî nexweşxaneya El Miemedanî şermezar kir

Meclisa Jinan a Sûriyeyê hedefgirtina nexweşxaneya El Miemedanî ya li Xezayê şermezar kir û bi pêşketineke xetere û binpêkirina peymanên navneteweyî navand.

Meclisa Jinan a Sûriyeyê êrişa li dijî nexweşxaneya El Miemedanî şermezar kir
18 cotmeh 2023   16:21

 

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê da zanîn ku di encama êrişa li dijî nexweşxaneya El Ehlî (El Miemedanî) ya li Xezayê de herî kêm 500 kes hatine kuştin ku piraniya wan jin û  zarok in, bi sedan jî hîna di bin enqazan de ne.

Meclisa Jinan a Sûriyeyê têkildarî êrişê daxuyaniyek da û hedefgirtina nexweşxaneyê şermezar kir.

Meclisê di daxuyaniya xwe de êrişa Artêşa Îsraîlê li dijî nexweşxaneya El Ehlî (El Miemedanî) ya li Xezayê şermezar kir.

Meclisê êriş bi sûcekî hovane û binpêkirina peymanên navneteweyî, her wiha bi pêşketineke xetere navand.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li civata navneteweyî kir ku dev ji dûrûtiya xwe di pêkanîna qanûnên navneteweyî de berde û helwesteke cidî nîşan bide ku parastinê ji sivîlan re peyda dike.

(şx)