Komxebata diyalogê ya jinên ciwan bi dawî bû

Bidawîkirina tecrîdê û mezinkirina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xalên herî girîng ên encamnameya komxebata diyalgolê ya Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Komxebata diyalogê ya jinên ciwan bi dawî bû
18 cotmeh 2023   16:07

Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komxebata ku bi dirûşma “Bi pênc rêgezên jin azadî, Jin, Jiyan, Azadî” li hola civînan a MSD`ê ya li Reqayê bi beşdariya 100 delegeyan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û derveyî herêmê li dar xistibû bi dawî kir.

Encamnameya dawîn a komxebatê ji aliyê seroka Komîteya Jinan a Meclisa Civakî ya Ermen a Hesekê Losnak Kaforyan ve hate xwendin.

Di encamnameyê de wiha hate gotin: “Komxebata Yekitiya Jinên Ciwan û Nivîsgeha Jinên Ciwan a MSD`ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma  “Bi pênc rêgezên jin azadî, Jin, Jiyan, Azadî” bi beşdariya tevger û rêxistin, partiyên jinên ciwan ev komxebat bi giyanê şehîd Vîjin, Bêrîtan û Weed li dar ket û em pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya doza kurd hatiye ragihandin silav dikin.

Komxebat bi nêzîkbûna salvegera 6`an a rizgarkirina Reqayê ji rêxistinên terorîst li bajêr li dar ket û mijarên bingehîn ên îdeolojiya azadiya jinan a ku Rêber Abdullah Ocalan di 8`ê Adara 1998`an de ragihandiye, hatin nîqaşkirin.

Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, rizgarkirina herêmên dagirkirî, pêkanîna şerge ê şoreşgerî, xilaskirina jinên bindest ji tundiyê, divê her 5 rêgez; jin, azadî, Jin, Jiyan, Azadî ji bo têkoşînê esas bêgirtin.

Piştî nirxandina berfireh a her 5 rêgezan, beşdaran li ser xalên li jêr li hev kirin:

Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezinkirina têkoşînê li ser tevahî astan pêwîst dike.

Divê ji vê bêtir, balê bikişînin ser tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan da ku wê bişikînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

Der barê pênasekirina raman û felsefeya Rêber Apo de û nasandina jinên ciwan bi her 5 rêgezên azadiya jinan, dewreyên perwerdeyê yên jinên ciwan bên vekirin.

Di aliyê zayendperestiyê de beşa ciwanan bê perwerdekirin û hişyarkirin.

Lidarxistina komxebat, semîner û civînên dîtir ji jinên ciwan re.

Li ser soza tolhildanê beyî cudayî di navbera ol, mezheb û pêkhateyan de şopandina rêya şehîdan.

Li hember êrişên li dijî herêmê û jinên ciwan, bi rêya yekitiyê û mezinkitina têkoşîn û berxwedanê ta bidestxistina serkeftinê, helwest nîşan bidin.”

(şx)

ANHA