CPJ: Li Xezayê 17 rojnamevan hatine qetilkirin

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand ku di şerê Îsraîl û Hamasê de 17 rojnamevan hatine kuştin.

CPJ: Li Xezayê 17 rojnamevan hatine qetilkirin
18 cotmeh, 2023   12:43

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye.

“ji 7’ê Cotmehê ve ji her du aliyan zêdeyî 4 hezar kes mirine, her wiha herî kêm 17 rojnamevan hatine kuştin. li dijî Îsraîlê da destpêkirin û Îsraîlê jî li dijî xezayê êrîşên hewayî û bejahî pêk anî û li dijî koma Fîlîstînî a mîlîtan şer îlan kir. Ji wê demê û vir ve şerê Îsraîl-Gazzeyê derbeyek giran li rojnamevanan xist. Şer ji wê demê û vir ve bandora xwe li ser Lubnanê jî kir.”

Koordînatorê Bernameya Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur a CPJ’ê Sherîf Mansoûr got: “CPJ’ê destnîşan dike ku rojnamevan sivîl in ku di demên krîzê de karên girîng dikin û divê neyên hedefgirtin.”

Mansoûr anî ziman ku mîna hemû sivîlan divê rojnamevan jî werin parastin û rêz jê re were nîşandan.