Cenazeyê rojnamevan Salaz hat defnkirin

Cenazeyê rojnamevan û nivîskarê Kurd Necmettîn Salaz li Wanê bi tevlîbûna bi sedan kesî hat veşartin.

Cenazeyê rojnamevan Salaz hat defnkirin
18 cotmeh, 2023   12:45

Cenazeyê rojnamevan Necmettîn Salaz ku 14’ê Cotmehê li Başûrê Kurdistanê li nexweşxaneyê şehîd bibû, li Wanê hat veşartin.

 Cenaze serê sibehê anîn bajêr, destpêkê birin Goristana Akkopruyê ji wir jî birin Mizgefta Boyalarê. Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Demokratîk a Herêman (DBP), TÛHAY-DER, MEBYA-DER, KESK û rêxistinên civakî yên sivîl û rojnamevanana pêşwaziya cenaze kirin.

Piştî nimêja nîvro, nimêja cenaze li mizgeftê hat kirin û cenaze birin Goristana Akkopru ya li Tûşbayê ku navçeyeke Wanê ye. Polîsan ku dor li goristanê girtibû, ji xeynê malbatê nehişt kes biçe nav goristanê. Gel nerzîbûn nîşanî polîsan da. 

Piştê veşartina Cenaze ye gel çû Mala Hewariyê ya Mizgefta Hayretiyeyê ya Kevin. Hewarî wê bi du rojan li vir hebe.