Rojnameyên erebî: Îsraîl naxwaze şer bisekine

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa pêşdeçûnên girêdayî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, hişyariyên têkildarî şerekî herêmî û helwesta dewleta Tirk a li hember wan pêşdeçûnan kir.

Rojnameyên erebî: Îsraîl naxwaze şer bisekine
17 cotmeh, 2023   07:29

Rojnameya El Cumhuriye ya Lubnanê der barê rewşa dawîn a rageşiya di navbera Hemas û Îsraîlê de nûçeyek bi sernavê ′Îsraîl di şer de bi israr e′ nivîsî.

Rojnameyê îdia kir ku diyar e Îsraîl heta armancên xwe pêk neyne, şerê li dijî Xezayê nasekinîne. Bi temxîna Netanyahu û yên derdora wî piştgiriya rojavayiyan ji wan re dê bibe derfeteke dîrokî ya tesfiyekirina doza filistîniyan. Ji ber ku îsraîlî li benda hincetekê bûn ku li Xezayê rewşa siyasî, ewlehî û demografiyê biguherînin.

HIŞYARIYÊN LI SER ŞEREKÎ HERÊMÎ’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî diyar kir ku di demekê de ku li ser asta herêmê û cîhanê hewldan û peywendî pêk hatin, lê diyar e ku rageşiya di navbera Îsraîl û Xezayê de nasekine.

Çavkaniyên Îsraîlê li ser serdana serokê Amerîkayê Joe Biden ji herêmê re axivî û hempîşeyê wî yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hişyarî li ser şerekî herêmî da. Ev hişyariyên Pûtîn hemwextî metirsiyên ku Hizbullah eniyekê bi Îsraîlê re li başûrê Lubnanê veke, hatin dayîn.

LI ŞÛNA ERDOGANÊ ÊRIŞKAR ERDOGANÊ ARAM′

Têkildarî helwesta dewleta Tirk a li hember pêşdeçûnan jî, rojnameya El Ereb destnîşan kir ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan der barê bidawîbûna rageşiya li Xezayê de peywendî bi serokên herêmê re danîne, lê bi gotinan êrişî Îsraîlê dikir û piştgirî dida Hemasê. Ev yek nîşan dide ku berjewendiyên dewleta Tirk û şertgiriyên Erdogan hatine guhartin. Çavdêran jî diyar kir ku Erdogan, dema Hemas û Xeza bi ser diket, tevlihevî çêdikir, lê îro ji ber guhartina berjewendî û hesabên xwe tenê peyamên aramiyê dide.

(fr)