​​​​​​​Hevgirtina Al El Beyt: Tirkiye vejandina DAIŞ`ê armanc dike

Hevgirtina Al El Beyt şaxê Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û bang li oldarên li Tirkiye û cîhanê kir ku li hember wê bisekinin.

​​​​​​​Hevgirtina Al El Beyt: Tirkiye vejandina DAIŞ`ê armanc dike
15 cotmeh, 2023   02:30

Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê nerazîbûnên xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Hevserokê Hevgirtina Al El Beyt şaxê Tebqayê Ednan El Ilêwî got: “Erdogan îslametiyê îdia dike. Lê belê îslamtî wî qebûl nake. Ji ber ku zarok, jinan û her kesî dikuje. Binesaziya herêmê û navendên stratejîk û nexweşxane hedef digire.”

El Ilêwî wiha domand: “Êrişeke hovane li dijî herêmên me ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê kirin. Teqîna li Enqereyê kiriye hincet û bi wê hicetê dixwaze me qir bike. Lê armanca wê ya sereke, têkbirina ewlehî û aramiya li herêmê û yekitiya gelê herêmê ye. Her wiha vejandina DAIŞ`ê ye.”

El Ilêwî bang li oldarên li Tirkiye û cîhanê kir ku pêwîst e li hember êrişên Erdogan û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin.

Şêx Mihemed El Rawî jî, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got: “Parastina ewlehiya neteweyî, dereweke Tirkiyeyê ye ku pê dixwaze Rêveberiya Xweser û gelê herêmê têk bibe. Lê bila bizane ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, ji bo rizgariya gelan ji zulmê û koletiyê ye.”

El Rawî ji oldarên li Tirkiye û cîhanê daxwaz kir ku li hember êrişên Erdoganê hov bisekinin.

(şx)

ANHA