​​​​​​​Sersaxî dan malbatên şehîd Cemîl û şehîd Îsmaîl

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê ji malbatên şehîd Cemîl Şêx Nesan û şehîd Îsmaîl Hesen re sersaxî xwest.

14 cotmeh, 2023   12:05

Cemîl Şêx Nesen û Îsmaîl Hesen 8'ê Cotmehê di bombebarana artêşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Akademiya Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê ya li Dêrikê de şehîd bûbûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo her du şehîdan konê sersaxiyê li qada gundê Ehrezê ya kantona Şehbayê vegirt. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê berê xwe dan konê sersaxiyê.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mistefa Eloş sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku planên dewleta Tirk ji bo tunekirina gelê Kurd e û wiha got: "Dewleta Tirk hewl dide bi van êrişan vîna gelê Kurd bişikîne û gelê Kurd ji holê rake. Lê belê em gelê ku li ser fikir û ramanên Rêber Apo mezin bûn, em soz didin em ê tola şehîdên xwe hildin û li ser şopa wan bimeşin."

Endama Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê Eyşe Elî Şêx Hemzê jî diyar kir ku di vê akademiyê de 59 şervan hebûn, ji wan 29 şervan şehîd bûn û wiha got: "Em soz didin ku em ê li ser rêya hevalên xwe yên şehîd bimeşin û em ê xaka xwe biparêzin. Em ê xeyalên hevalên xwe yên şehîd pêk bînin."

Bi navê Rêberiya Xweser jî Ehmed Selem axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Em ê tola şehîdên xwe hildin. Ji bo têkbirina van planan divê em hevgirtin û yekitiya hemû pêkhateyên xwe pêk bînin."

Di dawiyê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.

(zş)

ANHA