​​​​​​​Jinên Minbicê: Em ê li ser metoda Hevrîn Xelef bimeşin

Jinên Minbic û gundewarên wê şehîd Hevrîn Xelef di salvegera şehadeta wê ya 4′an de bi bîr anî.

​​​​​​​Jinên Minbicê: Em ê li ser metoda Hevrîn Xelef bimeşin
​​​​​​​Jinên Minbicê: Em ê li ser metoda Hevrîn Xelef bimeşin
​​​​​​​Jinên Minbicê: Em ê li ser metoda Hevrîn Xelef bimeşin
​​​​​​​Jinên Minbicê: Em ê li ser metoda Hevrîn Xelef bimeşin
​​​​​​​Jinên Minbicê: Em ê li ser metoda Hevrîn Xelef bimeşin
​​​​​​​Jinên Minbicê: Em ê li ser metoda Hevrîn Xelef bimeşin
​​​​​​​Jinên Minbicê: Em ê li ser metoda Hevrîn Xelef bimeşin
14 cotmeh, 2023   12:50

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê ji bo bîranîna şehîd Hevrîn Xelef merasîmek li dar xist.

Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, komîteyên girêdayî wê, meclisên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê Minbicê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Asya Mihemed behsa têkoşîna şehîd Hevrîn kir û wiha got: "Şehîd Hevrîn li pêş çavên tevahî cîhanê hate suîqastkirin. Lê îro Hevrîn bû meşaleya azadiyê ya tevahî jinên Sûriyeyê."

Dûre mûm hatin pêxistin û beşdaran got ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan şopdarê rêça wan bin.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbic Nûra El Hamid jî axivî û wiha got: "Kesayeta Hevrîn kesayeteke xurt bû û bi vîn, zanabûn û rêxistina xwe ya siyasî karî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve bibe û bibe xwedî vîn û hêzeke siyasî ya xurt. Ji lew re bi destê dewleta Tirk hate sûîqastkirin."

Nûra wiha dawî li gotina xwe anî: “Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li civata navneteweyî, rêxistinên mirovî û hiqûqî dikin ku kujerên Hevrîn Xelef ceza bikin. Ev kiryar îsrara jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sûcdaran zêde dike."

(fr)

ANHA