​​​​​​​Kongra Star Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde bi bîr anîn

Kongra Star şehîd Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde û şehîdên karwanê welatiyan ku ji bo piştgiriya xelkê Serêkaniyê berê xwe dabû bajêr, bi bîr anîn û bang li gel û jinan kir ku li dijî siyasetên qirkirinê têkoşînê gur bikin.

​​​​​​​Kongra Star Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde bi bîr anîn
14 cotmeh, 2023   11:02

Di 13′ê Cotmeha 2019′an de artêşa Tirk a dagirker komkujiyeke hovane li dijî karwanê welatiyan ku berê xwe dabû Serêkaniyê da ku piştgiriya gel li dijî êrişên dagirkeriyê bikin, pêk anî. Di 9′ê Cotmeha heman salê de 11 welatî şehîd bûbûn.

Bi vê boneyê, Meclisa Kongra Star şehîdên komkujiyê û şehîd Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde di salvegera şehadeta wan a 4′an de, bi bîr anîn.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got hemwextî salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe dewam dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi tevahî rêbazên hovane û çekên qedexekirî şerê qirkirinê û êrişên barbarî pêk tîne.

Di daxuyaniya meclisê hate diyarkirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên koçberkirina bi darê zorê ya şêniyên Serêkaniyê, Girê Spî, Efrînê û guhartina demografiyê, êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina binesaziyê, sûcên şer in û ev êriş dê DAIŞ′ê zindî bikin.

Meclisê sûcên li dijî herêmê, sûcê hovane yê li dijî Hevrîn Xelef û hedefgirtina karwanê welatiyan şermezar kirin. Her wiha meclisê di dawiyê de bang li rêxistin û tevgerên jinan û gel kir ku li dijî siyaseta qirkirinê têkoşîna xwe mezin bikin.

(fr)