​​​​​​​10 sal, 33 komkujî, zêdetirî 2 hezar û 300 şehîd

Dewleta Tirk a dagirker û komên çete ji sala 2013′an de zêdetirî 33 komkujî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne. Di encama van komkujiyan de zêdetirî 2 hezar û 300 welatî hatin qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûn.

​​​​​​​10 sal, 33 komkujî, zêdetirî 2 hezar û 300 şehîd
14 cotmeh, 2023   00:35

Di êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 47 kes şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn. Ev ne êrişa yekemîn a qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê herêmê. Ji sala 2012’an û vir ve bi dehan komkujî li dijî gelê herêmê pêk hatine. Dewleta Tirk a dagirker hem rasterast hem jî bi rêya çeteyan zêdetirî 33 komkujî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn. Di encama van komkujiyan de nêzî 2 hezar û 300 welatî hatin qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûn.

Ji komkujiyên hatine kirin ev in:

2013

Piştî aloziya Sûriyeyê, komek bi navê Ceyş El Hur (Artêşa Azad) hat avakirin. Ev kom desteka madî, lojîstîk û îstîxbaratî ji dewleta Tirk a dagirker û hinek dewletên Ewropa û yên Ereban digire. Lê vê komê berê çeka xwe da gelê Kurd û tevahê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Di 17`ê Adara 2013′an de, koma çete ya Ceyş El Hur li gundê Um El Xêr ê Til Temirê komkujiyek pêk anî û di encamê de 22 sivîl şehîd bûn.

Di 27, 28 û 29′ê Tîrmeha 2023′an de çeteyên koma ′Odeya Mucahidîn a Bakur′ bi çavdêriya dewleta Tirk a dagirker komkujî li bajarokên Til Eran û Til Hasilê yên girêdayî herêma Siêfra yê rojhilatê bajarê Helebê pêk anîn û di encamê de zêdetirî 50 sivîl şehîd bûn.

Di dawiya 2013′an de, çeteyên ′Lîwa Şuheda Bedir′ bi hevkariya çeteyên ′Lîwa Selahedîn El Eyûbî′ yên li ser bi ENKS′ê ve, komkujiyek li taxa Sekn Şebabî ya Helebê pêk anî û 20 kes qetil kirin.

2014

Dewleta Tirk a dagirker  tevahî destek da çeteyên DAIŞ′ê û sînorê xwe li ber wan vekirin û wan derbasî Sûriyeyê kirin. Dewleta Tirk mîsyona pêkanîna êrişan li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da çeteyên DAIŞ′ê.

Di  11′ê Adara 2014′an de, çeteyên DAIŞ′ê êrişî avahiya Şaredariya Gel a bajarê Qamişloyê kir. Di êrişê de 12  endamên şaredariyê şehîd bûn.

Di 15′ê Tebaxa 2014′an de çeteyên DAIŞ′ê li gundewarê Dêrazorê komkujiyeke mezin li dijî eşîra Şiêtat pêk anî û hezar û 300 kes qetil kirin û 400 kesên din revandin.

Çeteyên DAIŞ′ê dema ketin bajarê Reqayê di sala 2014′an de komkujiyek li çerxerêya Saetê pêk anî û 40 Kurd qetil kirin.

2015

Di 10′ê Kanûna 2015′an de çeteyên DAIŞ′ê 3 teqîn li Til Temirê pêk anîn. Di encamê de 28 sivîl şehîd bûn û 60 sivîl birîndar bûn.

Di şeva 20′ê Adara 2015′an de çeteyên DAIŞ′ê li Hesekê êrişî du şahiya pîrozbahiya Newrozê kirin. Di encamê de 53 welatî şehîd bûn û 130 welatî birîndar bûn. Piraniya şehîd û birîndaran jin û zarok bûn.

Di 25′ê Hezîrana 2015′an de, çeteyên DAIŞ′ê bi hemahengiya MÎT′a Tirk, êrişî bajarê Kobanê kir û komkujî pêk anî. Di encamê de 243 sivîl û 30 şervanên YPJ û YPG′ê şehîd bûn.

2016

Di 27′ê Tîrmeha 2016′an de çeteyên DAIŞ′ê bi kamyoneke bombekirî komkujiyek li taxa Xerbî ya Qamişloyê pêk anî, 62 kes şehîd bûn û 176 kesên din birîndar bûn.

Di 3′yê Cotmeha 2016′an de çeteyên DAIŞ′ê êrişeke xwekujî li dijî şahiyeke dawetê ya li hola Senabil a li bajarê Hesekê pêk anî û di encamê de 36 kes şehîd bûn.

Di 5′ê Tîrmeha 2016′an de çeteyên DAIŞ′ê êrişeke xwekujî li firina taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê pêk anî. Di encamê de 27 sivîl şehîd bûn.

2017

Di 19′ê Gulana 2017′an de çeteyên DAIŞ′ê komkujiyek li gundê Cezra Elbû Şemis ê Dêrazorê pêk anî û di nav de jin û zarok 33 sivîl qetil kirin.

Piştî têkoçûna wekîlên rejîma Tirk an ku çeteyên DAIŞ′ê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker cara ewil êriş dan destpêkirin. Di 25′ê Nîsana 2017′an de li Dêrikê çiyayê Qereçoxê bombebaran kir û komkujiyek pêk anî. Di encamê de 20 şervanên YPG û YPJ′ê şehîd bûn.

Di 12′ê Cotmeha 2017′an de çeteyên DAIŞ′ê li ser rêya Xurafî ya di navbera Hesekê û Dêrazorê de êriş bire ser sivîlên ku ji herêmê di bin serweriya wê direvaiyan. Nûçegihanên ajansa me Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz jî di nav de, 14 sivîl şehîd bûn.

2018

Di 20′ê Çileya 2018′an de dewleta Tirk a dagirker bi 72 balafirên şer êriş li ser kantona Efrînê dan destpêkirin. Di rojên destpêkê yên êrişên dagirkirinê de gelek komkujî pêk anîn ku di encamê de zêdetirî 127 sivîl hatin qetilkirin.

Di 16′ê Adara 2018′an de dewleta Tirk a dagirker bi balafiran taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 21 welatî şehîd bûn. Piştre êrişî Nexweşxaneya Efrînê kir û 42 birîndarên li nexweşxaneyê dihatin dermankirin, hatin qetilkirin.

2019

Di 22′yê Sibata 2019′an de çeteyên DAIŞ′ê êrişî karmenên li navenda petrolê ya Omer ya li Dêrazorê dixebitîn kir û 15 karmend qetil kirin.

Di 2′yê Kanûna 2019′an de artêşa Tirk a dagirker bi obusan navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê topbaran kir. Piranî zarok, 10 koçberên ji Efrîna dagirkirî hatin qetilkirin.

Di 9′ê Cotmeha 2019′an de dewleta Tirk a dagirker êrişên dagirkirinê li dijî Girê Spî û Serêkaniyê da destpêkirin.

Di 10′ê Cotmeha 2019′an de artêşa Tirk a dagirker êriş ekîba Heyva Sor a Kurd kir û 3 hemşîre qetil kirin. Di 12′ê Cotmehê de jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker sekretêra Gişî ya Partiya Sûriyeyê Pêşerojê Hevrîn Xelef qetil kir.

Di 13′ê Cotmeha 2019′an de balafirên dewleta Tirk a dagirker karwanê sivîlên ji herêma Cizîrê yên ji bo piştgirî berî danbûn Serêkaniyê, bombebaran kir. Di encamê de, nûçegihanê me Seed Ehmed û nûçegihanê Çira TV Mihemed Reşo jî di nav de 20 sivîl şehîd bûn û 100 sivîl birîndar bûn.

Di 18′ê Cotmeha 2019′an de artêşa Tirk a dagirker komkujiyek li gundê Mişrafa yê Serêkaniyê pêk anî, di encamê de 16 kes hatin qetilkirin.

2020

Di 25′ê Sibata 2020′î de artêşa Tirk a dagirker komkujiyek li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawayê pêk anî. Di encamê de ji malbateke koçber 3 kes şehîd bûn.

Di 23′yê Hezîrana 2020′î de, balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker malek li gundê Hilincê yê rojhilatê bajarê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de 3 jinên têkoşer; Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî şehîd bûn.

Di 27′ê Tîrmeha 2020′î de artêşa Tirk a dagirker li gundê Qurt Wêran ê Minbicê komkujiyek li dijî malbatekê pêk anî. Di encama komkujiyê 4 jê zarok 6 sivîl şehîd bûn.

2021

Di 4′ê Tebaxa 2021′ê de artêşa Tirk a dagirker li gundê Sefawiyê yê Eyn Îsayê komkujiyek li dijî malbateke ji 4 kesan pêk anî.

Di 17′ê Îlona 2021′ê de artêşa Tirk a dagirker komkujiyek li gundê Dibis ê rojavayê navçeya Eyn Îsayê pêk anî. Di komkujiyê de ji malbatekê 4 kes şehîd bûn.

Di 9′ê Mijdarê de balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyek li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê bombebaran kir. Di encamê de kedkarê azadiyê apê Yûsif Gulo û 2 neviyên wî şehîd bûn.

2022

Di 28′ê Tîrmeha 2022′yan de balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê erebeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir hedef û di encamê de 4 endam şehîd bûn.

Di 19′ê Mijdara 2022′yan de artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer gundê Teqilbeqil ê herêma Koçerat bombebaran kir. Di encamê de nûçegihanê me Îsam Ebdullah jî di nav de 11 welatî şehîd bûn.

2023

Di 20′ê Adara 2023′yan de artêşa Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê êrişa pîrozbahiya Newrozê kir û ji malbatekeke 4 kes qetil kir.

Di 20′ê Hezîrana 2023′yan de balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker erebeya Meclisa Kantona Qamişloyê bombebaran kir. Di encamê de hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Derwîş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma şehîd bûn.

Di 4′ê Cotmeha 2023′yan de artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û yên bê mirov, tank û obîsan êriş li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin. Di encamê de 47 welatî şehîd bûn.

(bb)

ANHA