‘Rêber Apo bi felsefeya xwe rêya me ronî kir’

Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn û Şehbayê komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir “Gelê Kurd çav û rêya xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo ronî dike.”

‘Rêber Apo bi felsefeya xwe rêya me ronî kir’
13 cotmeh 2023   23:37

Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn û Şehbayê, Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar kir û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd rêya serkeftinê vekiriye.

Hunermend Mecîd Kemal komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan a di sala 1998’an de şermezar kir û wiha axivî: “Em bi navê tevahî hunermedên Efrînê vê komployê şermezar dikin. Ev komploya ku li ser Rêber Apo hatiye meşandin, tu carî nayê qebûlkirin. Yên alîkarî dan dewleta Tirk di vê komployê de, bila li xwe vegerin û çawa Rêber Apo teslîmî dewleta Tirk kirin, bila wî wisa azad bikin. Bi azadkirina Rêber Apo em ê bizanin ku hîna însaniyet heye. Ka CPT û rêxistinên mafên mirovan li ku derê ne û dengê xwe nakin? Bila di bêdengiya xwe de nemînin. Em hunermendên Efrînê ji bo azadiya Rêber Apo her tim amade ne û çi ji me bê xwestin em ê bikin.”

‘BI MILYONAN KES LI SER FELSEFEYA RÊBER APO ZANA DIBIN

Hemodê Dewod jî di destpêkê komplo şermezar kir û wiha got: “Ev komplo li dijî rêberê mirovahiyê ye. Bi rêya vê komployê dixwazin Rêber Apo û gel ji hev dûr bixin, da ku tunekirina gelê Kurd ji bo wan hêsan be. Tu carî nagihêjin armanca xwe ku Rêber Apo û gel ji hev qut bikin. Ji ber ku em şagirtên Rêber Apo ne û em li ser fikir û felsefeya wî mezin bûn. Niha bi milyonan mirov li dû Rêber Apo û fikir û felsefeya wî dimeşin.”

RÊBER APO RONIYA JIYANÊ YE

Her wiha Rûmet Beko jî got komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li ser tevahî gelan e û wiha axivî: “Ji dema ku Rêber Apo ji Sûriyeyê derket, ev dîrokeke gelekî biêş bû, ev komplo ne exlaqî ye. Rêber Apo beriya ku bê girtin, li gelek welatan geriya, lê tu welatekî Rêber Apo hembêz nekir. Em dikarin bêjin ku ji fikir û felsefeya Rêber Apo ditirsin. Gelê Kurd çav û rêya xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo ronî dike. Erê niha Rêber Apo ne gel me ye lê pirtûk û felsefeya Rêber Apo li gel me ne. Em şanoger û hunermed em ê ji bo azadiya Rêber Apo her tim li qadan bin û têkoşînê mezintir bikin.”

(zş)

ANHA