​​​​​​​Jinan girîngiya hevgirtina Kurd û Ereban vegot

Jinên ji Reqayê destnîşan kir ku hevgirtina pêkhateyên herêmê ya li gor têgeha neteweya demokratîk hewldanên derxistina fitneyan pûç kirin û herêm rizgar kirin.

​​​​​​​Jinan girîngiya hevgirtina Kurd û Ereban vegot
14 cotmeh, 2023   01:42

Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Feyrûz Xelîl destnîşan kir ku têkiliyên dîrokî yên Kurd û Ereban ji hezar salan ve ne û serkeftina wan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê hevgirtina pêkhateyan piştrast dike.

Feyrûz diyar kir ku dîroka kevin kûrahiya têkiliyên Kurd û Ereban îsbat dike û da zanîn ku delîl û îsbatên hevgirtina Kurd û Ereban a di aliyên malbatî û eşîrtî ya ji bo parastina welatên xwe hene.

Feyrûz Xelîl anî ziman ku Kurd û Ereb bi hevgirtina xwe herêmên xwe ji terora DAIŞ′ê rizgar kirin û wiha dom da axaftina xwe: "Hin dewlet û aliyên derve hewl didin fitneyan di navbera Kurd û Ereban de derxin û têkiliyên wan ên xurt xirab bikin. Lê nizanin bêyî pêkhateyê Kurd pêkhateya Ereb wê nebe û bêyî pêkhateya Ereb wê Kurd nebe. Her du pêkhate ji hezarên salan ve hevgirtî ne."

Di demên dawîn de bûyerên xirabkirinê û hewldanên derxistina fitneyan li Dêrazorê rû dan. Hemwextî operasyona QSD′ê ya ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ku 27′ê Tebaxa îsal dabû destpêkirin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmê zêdetir kirin.

Di wan bûyeran de destwerdaneke rasterast a hin aliyên girêdayî hikumeta Şamê hebû ku ji rojavayê çemê Firatê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bûn û êrişî nuqteyên QSD'ê û saziyên xizmetguzarî kirine. Armanca hikumeta Şamê ew bû ku fitneyê di navbera Kurd û Ereban de derxin.

Ji destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an a ku bi navê "şoreşa jinan" tê naskirin de, Kurd û Ereban bi hev re ji bo pêkanîna armancên şoreşê li gor projeya neteweya demokratîk tê dikoşin.

Li gorî Feyrûz, para mezin a vê berpirsyariyê kete ser milê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku karîn sînorên siyasî derbas bikin û piştgiriya moralî  bidin hemû jinên Sûriyê ên li deverên mîna Dera, Siwêda û Idlibê.

Helbestvan Cela Hemzawî ya ji Reqayê jî têkiliyên dîrokî yên Kurd û Ereb, Ermen, Asur, Tirkmen û Çerkes bi mozaîkeke Sûriyeyê wesif kir û got: ′′Ev têkiliya kûr û girîngiya wî ya dîrokî ji mêj de di warê çandî û kultûra madî û manewî de hatin îsbatkirin. Wekî me jî dît li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîraseyek heye ku di serî de Kurd û Ereban, tevahî sûriyeyan di nava xwe de dihewîne."

Cela Hemzawî destnîşan kir ku jinan roleke girîng di avakirina tevneke xurt a van têkiliyan list û wiha pê de çû:′′Dewletên neteweperest ên despotî hewl dan civakan ji hev bixin û fitne û nakokiyên taîfî û nîjadî di navbera wan de biafirînin. Lê bi saya hevgirtin û têkiliyên dîrokî yên xurt ên civakan ev plan hatin têkbirin."

Helbestvan Cela Hemzawî got, ew ê têkiliyên jiyana hevbeş xurttir bikin û got: ′′Ez bi navê xwe xurtiya têkiliyên Kurd û Ereban û hevbeşiya çandê teqez dikim. Em ê avakirina têkiliyên xurtir û bi bandortir û jiyana hevbeş berdewam bikin."

 (mh/bb)

ANHA