′Şehîd Seed ji hevrêyên xwe hez dikir′

Ajansa me nûçegihanê xwe şehîd Seed Ehmed li ser gora wî ya li Goristana Şehîdan a Til Temirê bi bîr anî û soza şopandina rêveçûna wî kir. Her wiha malbata wî jî got Seed ji tevahî herêyên xwe yên ku rêwîtiya wî dişopînin hez dikir.

′Şehîd Seed ji hevrêyên xwe hez dikir′
′Şehîd Seed ji hevrêyên xwe hez dikir′
′Şehîd Seed ji hevrêyên xwe hez dikir′
′Şehîd Seed ji hevrêyên xwe hez dikir′
′Şehîd Seed ji hevrêyên xwe hez dikir′
′Şehîd Seed ji hevrêyên xwe hez dikir′
′Şehîd Seed ji hevrêyên xwe hez dikir′
′Şehîd Seed ji hevrêyên xwe hez dikir′
′Şehîd Seed ji hevrêyên xwe hez dikir′
13 cotmeh 2023   10:40

Ajansa me û Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) salvegera 4′an a şehadeta nûçegihanê xwe Seed Ehmed li Goristana Şehîdan a Til Temirê bi beşdariya malbatên şehîd, hevrêyên wî, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên navçeyê bi bîr anî.

Artêşa Tirk a dagirker di 13′yê Cotmeha 2019′an de li Serêkaniyê komkujiyeke hovane pêk anîbû, di encamê de 11 welatî di nav de nûçegihanê me Seed Ehemd û nûçegihanê Çira TV Mihemed Reşo şehîd bûbûn û 80 welatî birîndar bûbûn.

Di merasîma bîranînê de edîtora ANHA′yê Medya Henan axivî, şehîd Seed û tevahî şehîdên din mîna Dilîşan, Hogir û Rizgar bi bîr anîn."

Medya wiha got: "Ji vir em soza xwe ji şehîdan re nû dikin ku li ser rêça wan bin. Şehîd Seed di aşkerakirina rastiya şerê li Serêkaniyê de xwedî roleke girîng bû."

Bavê şehîd Seed Ehmed, Seîd Ehmed spasiya hevrêyên wî têkildarî beşdarbûna merasîmê kir û got şehîd Seed ji tevahî hevrêyên xwe yên ku heta niha li ser şopa wî ne, hez dikir.

Hevserokê YRA′yê Dilyar Cizîrî jî axivî û wiha got: "Beriya 4 salan nûçegihan li Serêkaniyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker hatin hedefgirtin. Dewleta Tirk her tişt li pêş wê disekine hedef digire, bi taybet rojnamevan."

Cizîrî wiha domand: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî ragihandina azad ne nû ne, ji destpêka Şoreşa 19′ê Tîrmehê ve dewleta Tirk a dagirker rojnamevanan hedef digire."

Cizîrî wiha dawî li gotina xwe anî: "Kamere û pênûsên me dê ji bo şopandina rastiyê bin û li ser rêça şehîdan berdewam bikin."

Di dawiyê de beşdaran kulîlk danîn ser gora şehîd Seed Ehemd.

(fr)

ANHA