Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdanek nû kir

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên îmraliyê ji bo hevditinê serlêdan kir.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdanek nû kir
13 cotmeh 2023   10:47

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, parêzerê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo ku karibin biçin Îmraliyê  û hevditinê pêk binin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer ji bo hevdîtinê pêk bînin hefteyê 2 caran serlêdan dikin, lê belê nikarin bersivek erênî an jî neyînî werbigirin.