Balafireke dewleta Tirk Wargeha Mexmûrê bombebaran kir

Balefireke bêmirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Xelkê wargehê li cihê buyerê kom bûn.

Balafireke dewleta Tirk Wargeha Mexmûrê bombebaran kir
13 cotmeh, 2023   06:48

Balefireke bêmirov û bi çek a dewleta Tirk  dagirker Wargeha Penaberan a Mexmûrê bombebaran kir. Xelkê Mexmûrê berê xwe dane cihê buyerê.

Di 7’ê Cotmehê dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov û bi çek mizgefta Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) bombebaran kiribû. Di encama êrişê de jinek û du zarok birîndar bûn. Her wiha xaniyên derdorê ziyanek mezin dîtin.