​​​​​​​2 şahidên komkujiya 13`ê Cotmehê detayên wê vegotin

Dewleta Tirk a dagirker di 13′ê Cotmeha sala 2019′an de komkujiyek li Serêkaniyê pêk anî.  Nûçegihanê me Seed Ehmed û nûnegihanê Çira TV  Mihemed Reşo jî di nav de  11 welatî şehîd bûn. 2 şahîdan deteyên komkujiyê vegotin.

​​​​​​​2 şahidên komkujiya 13`ê Cotmehê detayên wê vegotin
​​​​​​​2 şahidên komkujiya 13`ê Cotmehê detayên wê vegotin
​​​​​​​2 şahidên komkujiya 13`ê Cotmehê detayên wê vegotin
​​​​​​​2 şahidên komkujiya 13`ê Cotmehê detayên wê vegotin
​​​​​​​2 şahidên komkujiya 13`ê Cotmehê detayên wê vegotin
​​​​​​​2 şahidên komkujiya 13`ê Cotmehê detayên wê vegotin
​​​​​​​2 şahidên komkujiya 13`ê Cotmehê detayên wê vegotin
13 cotmeh 2023   01:49

9`ê Cotmehê 2019`an dewleta Tirk a dagirker êrişên dagirkirinê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî dan destpêkirin. Di wan êrişan de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û şêniyên herêmê berxwedaneke destanî nîşan da ku navê “Berxwedana Rûmetê” lê hat kirin.

Di roja 5′emîn a êrişan an ku  13′ê Cotmehê de, bi hezaran kes ji deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê bikin berî dan Serêkaniyê. Dema ku karwanê piştgiriyê gihişt sûka navnedî ya Serêkaniyê dewleta dagirker bi balafirên şer û obîsan êriş kir û komkujiyek pêk anî. Di encamê de nûçegihanê me Seed Ehmed û nûçegihanê Çira TV Mihemed Reşo jî di nav de 11 welatî şehîd bûn û derdora 80 kes birîndar bûn.

Koçberê ji Serêkaniyê Mihemed Haco şahidê komkujiyê û wan kêliyan vedibêje.

Haco yê ji bo piştgiriyê berî da Serêkaniyê got: “Şervanên me li Serêkaniyê li hember dewleta Tirk li ber xwe didan. 13`ê Cotmehê, tevî bi sedan şêniyên herêma Cizîrê em berî da bajarê Serêkaniyê da ku piştgiriyê bidin."

`LI SER BERXWEDANÊ Û PIŞTGIRIYA ŞERVANAN BI ISRAR IN`

Haco diyar ku dema derbasî bajar bûn wêranî û agirên li her derê delîla gurbûna şer bû û wiha domand: ′′Em hemû sivîl bûn û erebeyên me diçûn bajêr. Armanca me em bikevin bajêr û piştgiriya şervanan li dijî êirşên artêşa Tirk û çeteyên wê bibin. Beriya ku em bikevin bajêr dewleta Tirk û çeteyên wê bi guleyan erebeyên me kirin hedef. Lê dîsa jî me rêya xwe berdewam kir. Hemû bi israr bûn ku bikevin bajêr. Li sûka navendê em rawestiyan û şervanan bi dilgermî pêşwaziya me kirin.”

`CENAZEYÊN ŞEWITÎ Û HIN JÎ PARÇEYÊN BENDENÊN WAN WINDA NE`

Heco behsa cenazeyên şewitî û parçeyên bedenan jî kir û wiha domand: “Dema em kom bûn û me dest bi berzkirina dirûşman kir topek li nav kombûna me ket. Ez bi sivikî birîndar bûm. Lê dema rabûm li ser pêya min qet dîmeneke wisa nediye. Hin kesên beriya çend kêliyan me bi hev re sohbet dikir, agir bi bedenê wan ketibû û hin din li erdê dirêjkirîbûn. Hin kesên din parçeyên laşên xwe winda kirin. Me nikarî tiştek bikira, hejmara şehîdan û birîndaran pir bû.”

Li gorî Haco, dema hewl hat dayîn ku birîndar û şehîd ji wir bên rakirin, çeteyên dewleta Tirk dîsa erebeyên birîndar û şehîdan kirin hedef. Ji ber wê şêniyên ji komkujiyê filitîne neçar man birîndar û şehîdan li ser pêyan xilas bikin ta ku ambulans tên.

`DÎROKEK NAYÊ JIBÎRKIRIN`

Haco anî ziman ku 13`ê Cotmeha 2019`an nayê jibîrkirin û got: ′′Her tişt di çend kêliyan veguherî komkujiyeke mezin, beden dişewitîn û parçeyên laşan li erdê bûn."

Haco di dawiyê de daxwaza hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker û teşhîkirina sûcên wê kir.

`EW KOMKUJÎ SÛCEKÎ ŞER E`

Rojnamevanê JINHA′yê Sorgul Şêxo şahida komkujiyê bû û heta dawiyê detayên wê şopand. Sorgul ser barê komkujiyê de got: “13`ê Cotmehê an ku di roja 5′an a berxwedana QSD`ê de, bi sedan şênî û malbatên şervanan li navçeya Til Temirê kom bûn da ku ji piştgiriya Berxwedana Rûmetê biçin Serêkaniyê. Her kes dizanî ku balafir li ser herêmê digerin, lê dîsa jî rêya xwe dewam kir û ji bo piştgiriya şervanan û zarokên xwe slogan berz dikirin. Dema em derbasî bajêr bûn me silav da şervanan û me wan hemêz kirin. Çend kêlî derbas bûn balafirên şer ên dewleta Tirk cihê em lê  rawestiyabûn bombebaran kir. Di encamê de gelek kes şehîd û birîndar bûn.”

Sorgul diyar kir ku di nava karwana piştgiriyê de rojnamevan hebûn û got: "Ji wan nûçegihana ANHA′yê hevalê me Seed Ehmed şehîd bû. Seed piştgiriya xelkê Cizîrê ya bi şervanan re belge dikin û hewl dida bûyerê bi awayekî zindî ji ajansa xwe re ragihîne."

Sorgul destnîşan kir ku divê hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hesab ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin.

(şx)

ANHA