Bi deh hezaran kesî êşa malbatên şehîdan parve kir

Bi deh hezaran xelkê kantona Qamişloyê sersaxî da malbatên şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir ku di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî Akademiya Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir de şehîd bibûn.

12 cotmeh 2023   13:12

Li Dêrikê, şêniyên bajêr û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl, meclis, partiyên siyasî, rûspiyên herêmê berê xwe da konê sersaxiyê yê 3 şehîdan Xwînrêj Temê, Ednan Yûsif, Silêman Bozî ku li qada navenda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê hate vedan.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Rewşen Reşîd sersaxî da malbatên her 3 şehîdan û soza şopandina rêça şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Navçeya Dêrikê Seyide Îbrahîm fedakariyên şehîdan û rola wan di parastina ewlehiya herêmê de silav kir û got: "Em ê alaya welat bilind bikin û serkeftinê qezenc bikin. Ji ber ku em bixwespartina li fikra Rêber Abdullah Ocalan fedakariyan didin."

Seyide soz da malbatên her 3 şehîdan ku li ser rêça wan bimeşin û banga hevgirtinê ji bo hilanîna tola şehîdan kir.

Di dawiyê de wesîqeyên her 3 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

TIL KOÇER

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nqUGDu6Fux4" title="عشرات الآلاف يتضامنون مع أسر شهداء قوات مكافحة المخدرات في مقاطعة قامشلو- تل  كوجر" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Koçerê jî ji bo 4 şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir Mihemed El Eswed, Yezen El Kico, Ebdulezîz Osman û Mihemed Xalid konê sersaxiyê li Goristana Şehîd Uqab El Eswed veda.

Di merasîmê de bi sedan xelkê navçeyê û gundewarên wê beşdar bûn. Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hesen Botî axivî û got êrişên dewleta Tirk a dagirker xebat û têkoşîna wan a parastina ewlehiyê têk nabin.

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Koçer Fatima Sultan wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişî me dike û hewl dide me ji doza me dûr bixe û qir bike. Lê bila baş bizane em xwediyê dozê ne û dev ji têkoşîna xwe bernadin."

Malbatên şehîdan jî got ew ê têkoşîna xwe li ser rêça zarokên xwe yên parastina destkeftiyên şoreşa xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilind bikin. Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Li Girê Legê jî ji her du şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir Ehmed Qemer El Xidir û Mûaz Osman re li pêş Navenda Aram Dîgran li Rimêlanê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin. Di merasîmê de bi dehan xelkê navçeyê, gundewarên wê û endamên meclis û saziyên sivîl beşdar bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Xalid Tehlo teqezî bi bilindkirina têkoşînê kir û wiha got: "Em li ser soza şehîdan a parastina destkeftiyan in."

Endama Kongra Star a Girkê Legê Fatme Mihemed diyar kir ku êrişên dijmin berxwedana jinan têk nabin û dê bi şev û roj bixebitin ku parastina herêmên xwe bikin.

ÇILAXA

Li Çilaxa jî konê sersaxiyê yê endamê Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir şehîd Ebdulwahid El Ehmed li pêş mala wî ya li gundê Xerab Bacar ê başûrê navçeyê hate vedan.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa Feysel Hesen axivî û got êrişên dagirkeriyê berxwedana wan têk nabin.

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sîham Xelîl li ser hedefgirtina akademiya hêzên wan axivî û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker akademî bombebaran kir. Ji ber ku baş dizane ku ew leheng li pêş planên wan ên mêtingerî û şerê wê yê taybet disekinin. Ew şerê pandemiya hişbirê dikin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide li herêmên me belav bike."

Sîham got ew ê li hember van êrişan bisekinin û dê herêmên xwe biparêzin.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê jî bi sedan pêkhateyên navçeyê û endamên partiyan û saziyên sivîl, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn çûn gundê Um Îsam ê bajarokê Ebû Firi yê başûrê navçeyê û sersaxî dan malbata şehîd Mehmûd El Werd.

Di merasîma sersaxiyê de hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Hikmet Hebîb axivî û sersaxî da malbata şehîd û got: “Dewleta Tirk, bi van êrişan û hedefgirtina binesaziya bajêr û navendên giştî hewl dide ku vîna gelê herêmê bişikîne.

Hebîb wiha domand: “Pêkhateyên herêmê li hember êrişan yekitî pejirand û dê rêya şehîdan berdewam bikin. Divê dagirkerî fêm bike ku vîna me ji tevahî sûcên ku pêk tîne, mezintir e.”

Endama Kongra Star a navçeya Tirbespiyê Meha El Mitleq jî got: “Yekitî û hevgirtina me rêya serkeftina me ye.”

Kurapê şehîd Elî El Werd jî soz da ku rêya şehîd bişopîne. Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo jî ji bo 5 şehîdan Ehmed Xalid El Elî, Salih El Dendûş, Besam El Hisên, Alan Nazim, Mihemed Şemdîn merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.

Bi sedan şêniyên bajêr, gundan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên jinan, partî tev li merasîma sersaxiyê bûn ku Meclisa Malbatên Şehîdan li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo li dar xistiye.

Her wiha pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan jî tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Muhyedîn Hesen axivî û fedakariyên şehîdan silav kir. Hesen wiha domand: “Wan pêkhateyên herêmê parastina, jiyenek birûmet ava kir û li hember siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk, li ber xwe dan.

Hesen hevgirtina pêkahteyan silav kir û got: “Ew helwesteke dîrokî ye û delîla girêdana gel bi xeta azadiyê ye.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî axivî û got: “Em dê sozên me dane şehîdan bînin cih, tola wan hilînin û serkeftinê bi dest bixin.”

Endama Kongra Star Hindirîn Xelîl jî balkişand ser têkoşîna endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê û wiha axivî: “Xwîna şehîdan ji tevahiya pêkhateyan li ser vê axê tev li hev bûn ku bû cihekî pîroz.”

Rûspiyê qebîleya Tay a Ereb û endamê Meclisa Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Ferhan û endamê Partiya Nûjen û Demokrasiyê Lorans Dehan El Hadî El Cerba êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û teqezî bi yekitiyê kir.

Hevserokê Desteya Rêveberiya Xwecih a Herêma Cizîrê Silêman Ereb destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di siyasetên xwe d e bi bin ketin, ji ber wê aloziyên xwe derdixe derve û hewl dide Rêveberiya Xweser tune bike ku nûnerê yekitî û biratiya gelan e.

Piştî bidawîbûna axaftinan, wesîqeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin.

TIL HEMÎS

Şêniyên navçeya Til Hemîsê jî berê xwe dan kantona Qamişlo û tev li merasîma sersaxiyê ya endamê Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê Feyad Lewah El Hedmûl bûn ku li gundê Xesan ê başûrê navçeyê hatiye lidarxistin.

Di merasîmê de endamê Rêveberiya Akademiya Civaka Demokratîk a Til Hemîs Ebdulselam El Casim axivî û îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û hewldana wê ku darbe li binesaziya herêmê  bide û hêmanên jiyanê tune bike, kir.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Til Hemîsê Seed Ehmed got: “Êrişên terorîst ên dewleta Tirk, vîna me naşikîne lê belê îsrara me ya sekna li hember terorê zêde dike. Em amade ne di vê oxirê de şehîd bibin.”

Ehmed soz da ku rêya hevalên xwe temam bike û wiha axivî: “Em şehîdên xwe ji bîr nakin. Em dê rêya wan temam bikin. Berdêl çi dibe bila bibe, em tevahî qurbanên welat û gelê xwe ne. Em hêz û îsrara xwe ji gelê xwe digirin.”

(fr-şx/c)

ANHA