Di protestoyên li Siwêdayê de banga rawestandina êrişên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Xelkê Siwêdayê sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û daxwaza rawestandina êrişan kir.

Di protestoyên li Siwêdayê de banga rawestandina êrişên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Di protestoyên li Siwêdayê de banga rawestandina êrişên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Di protestoyên li Siwêdayê de banga rawestandina êrişên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Di protestoyên li Siwêdayê de banga rawestandina êrişên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Di protestoyên li Siwêdayê de banga rawestandina êrişên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
12 cotmeh 2023   12:43

Xelkê Siwêdayê ku di roja 54′an li dijî hikumeta Şamê û dewletên ku hin herêmên Sûriyeyê dagir dikin çalakiyên protestoyî li dar dixin, di protestoyên îro de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî şermezar kirin.

Bi dehan xwepêşandêrên li Qada El Keramê ya navarasta bajêr kom bûn, pankertên bi nivîsên “Dewleta Tirk a dagirker herêmên me wêran kirin û gelê me li bakurê welêt qetil kir” , “Tiştê ku dewleta Tirk li bakurê Sûriyeyê dike ji komkujiyên Îsraîlê li Filistînê cuda nîn e”, “Bila êrişên dewleta Tirk li dijî gelê me yê Hesekê bisekinin” û “Çareseriya li Sûriyeyê pêkanîna biryara navneteweyî 2254 e” hatin bilindkirin.

(fr/c)