Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriye dan
Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
![Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriye dan](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202310/104244_20231012-20231005-20231005-demonstration-von-kurden-in-duesseldorf-7192-jpeg73a7b7-image-jpg9b9c4e-image-jpg46a1e0-image.jpg)
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komar ya Bûrsa û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan naye girtin, Parêzer hefteyê du caran serlêdanê dikin heta niha bersivê werbigirin.
Di nav 12 salên dawî de parêzeran tinê 5 caran hevdîtin Rêber Abdullah Ocalan re bikin û herç dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an dehevdîtin pêk hatibû.