Hevalên me Dilîşan û Hogir hatin bibîranîn

Hevalên me yên rojnamevan Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed di salvegera 6`emîn a şehadeta xwe de ji aliyê heval û malbatên xwe ve hatin bibîranîn.

12 cotmeh, 2023   10:25

Nûçegihanên ajansa me (ANHA) Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed ku di êrişa çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bibûn, di 6`emîn salvegera şehadeta xwe de, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Hevalê me Hogir Mihemed li ser gora xwe ya li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo hat bibîranîn. Di bîranînê de rojnamevan, malbat û hevalên şehîd Hogir amade bûn.

Di bîranînê de yek ji edîtorên ANHA`yê Ekrem Berekat axivî û bi bîr xist ku şehîd Hogir Mihemed yek ji şehîdên destpêkê yên ANHA`yê ye.

Berekat diyar kir ku ew wekî şopdarên rêya heqîqetê wê li ser şopa şehîd Hogir, Dilîşan Îbiş, Îsam Ebdullah, Rizgar Adanmiş, Seed Ehmed û Seyîd Evran û hemû şehîdên ragihandinê bi israr xeta çapemeniya azad bi ser bixin.

Li ser navê malbata şehîd Hogir xalê wî Mihemed Xêr Elîka axivî û diyar kir ku rojnamevanên ku di nava şoreşê cih girtin çavê heqîqetê bûn. Xêr Elîka soz da ku ew ê heta dawiyê rêya hemû şehîdên azadiyê bişpoînin.

Hevala me Dilîşan Îbiş jî li ser gora xwe ya li Goristana Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat bibîranîn.

Di merasîma bîranînê de endama Meclisa Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) Dîcle Ehmed axivî. Dîcle hemû şehîdên çapameniyê bi bîr anîn û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji her demê zêdetir ji kamerayên hevalên me yên rojnamevan ditirse.”

Dicle, bal kişand ser rola şehîd Dilîşan di veguhestina rastiyên herêmê de û wiha domand: “Şehîd Dilîşan bi kameraya xwe têkoşiya û rastiyên ser erdê veguhestin. Berpirsê teqîna ku Dilîşan tê de şehîd bûye, di heman demê de kujerê Hevrîn Xelef e. Yên îro herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digirin jî heman alî ne.”

Dicle diyar kir ku wekî hevrêyên şehîd Dilîşan ew soza xwe ya dewamkirina rêya heqîqetê nû dikin.

Dayika şehîd Dilîşan, Şemse Mihemed Elî jî bang li rojnamevanan kir ku têkoşîna ji bo veguhestina rastiyê bidomînin.

Merasîmên bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bûn.

Nûçegihanên ajansa me Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed û Rizgar Adanmiş di dema Pêngava Bagera Cizîrê ku QSD`ê 2017`an dijî DAIŞ`ê dabû destpêkirin de, wexta ku rewşa xelkê ji ber çeteyan reviyabûn dişopand 12`ê Cotmeha 2017`an li ser rêya Xurafî ya navbera bajarê Hesekê û Dêrazorê bi êrişeke xwekuj a çeteyên DAIŞ`ê re rû bi rû man.

Di êrişê de hevalên me Hogir û Dilşan şehîd bûn, Rizgar Adanmiş jî bi giranî birîndar bû. Hevalê me Rizgar tevî hemû mudaxeleyan jî 20`ê Kanûna heman salê şehîd bû.

(sb/c)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Sd82a6zryIo?si=oDIFMfPFOUKuH7ZP" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>