Heyva Sor a Kurdistan bang kir: Alîkariya Rojava bikin

Heyva Sor a Kurdistanê bang li bo Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan kir ku ji bo Rojava alîkariya madî bikin.

Heyva Sor a Kurdistan bang kir: Alîkariya Rojava bikin
12 cotmeh, 2023   11:17

Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî parve kiriye, ji bo piştgiriya xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir.

Daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê wiha ye:

"Ji 4’ê Cotmeha 2023’an ve Tirkiye binesaziya sivîlan a li Rojava bombebaran dike û herêm ber bi felaketeke mirovî ve diçe. Tirkiyê heta niha zêdetirî 150 armanc bombebaran kirine: piraniya binesaziya jiyanî ya herêmê di nav çend saetan de zirar dîtiye yan jî wêran bûye.

Di êrişên Tirkiyeyê de heta niha bi dehan sivîl bûne qurbanî û birîndar bûne û ji sedî 80'ê binesaziya sivîlan wêran bûne, av û enerjî, nexweşxane, cihên niştecihbûnê, dibistan, zeviyên petrolê, kargeh û embaran hatin bombekirin.

Bi sed hezaran kes bi rojan ji elektrîk û avê bêpar mane. Nexweşxaneya Koronayê ya li Dêrikê ku yek ji girîngtirîn nexweşxaneyên herêmê ye jî ji ber bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk bi temamî hate rûxandin. Li herêmê gelek saziyên tenduristiyê yên din hatin hilweşandin, nexweşxane ji ceryanê qut bûn, zincîrên sermayê qut bûn – banga bexşîna xwînê tê kirin. Di berdewamiya êrîşên Tirkiyeyê de, tê pêşbînîkirin ku rewşa mirovî her ku diçe xirabtir bibe û hejmara kuştiyan her ku diçe zêde dibe. Heyva Sor li hêreme alîkariya mirovahî ya jiyanî dike. Bi bexşên xwe piştgirî bidin xebatên Heyva Sor.

Li ser vî esasî banga me ji bo Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan heye ku ji bo Rojava bi rêya hesabên Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê madî bikin.”