Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriye dan

Akademîsyen û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Yewnanistanê tevlî pêngava ji bo Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bûn û destnîşan kirin ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan karibe di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi roleke girîng bilîze, pêwîste ji nava çar dîwaran derkeve.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriye dan
12 cotmeh 2023   09:52

Akademîsyen û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Yewnanistanê têkildarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re Çareseriya siyasî” ku di asta cîhanê de hatiye destpêkirin, daxuyaniyek da. Daxuyanî li bajarê Selanîkê ji aliyê 8 kesên ji akademîsyen û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ve hat kirin.

Ji Zanîngeha Arîstoteles û Makedonyayê Andreas Takis, ji Zanîngeha Arîstoteles a Selanîkê Zanyarê Siyasetê Dimitris Spyropoulos, endamê Înîsiyatîfa Parêzeran a Alternatîf parêzer Thodoris Papadopoulos, endamê Klînîka Piştevaniya Civakî ya Selanîkê Yannis Raptis, ji Doktorên Nexweşxaneya Selanîkê doktorê tipê Stathis Giannakopoulos, endamê SE VIOME Makis Anagnostou, Serokê Komeleya Muzîsyenan a Bakurê Yewnanistanê Dimitris Zervoudakis, ji Komeleya Xebatkarên Pirtûk Kaxizan û ji Zanîngeha Arîstoteles Panagiotis Xoplidis tevlî daxuyaniyê bûn.

Qiseker bi kurtasî wiha axivîn:

Dimitris Spyropoulos:

"Bi dîtina min eger me du gelên bûne sembol ji têkoşîn û berxwedana dîroka nûjen re hilbijarta, wê bibûya gelên Fîlîstîn û Kurdistanê.

Abdullah Ocalan ji aliyê bi milyonan Kurdan ve weke nûnerê siyasî û kesê ku mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya kurdan tê dîtin.

Armanca tevgera Kurd çi ye? Tevgera Kurd salên dûr û dirêj e ku avakirina dewleteke Kurd nekiriye armanc.

Abdullah Ocalan demokrasiya yekser, pirrengiya civakî, azadiya jinê û nirxên ekolojîk dubare tîne ser ziman.

Piştgiriya ji bo lîderê tevgera Kurd û têkoşîna mafdar a gelê Kurd a ji bo diyarkirina mafê çarenûsa xwe, di asta navneteweyî de şer e. Ji ber vê yekê em van daxwazan dikin:

- Weke gava destpêkê destûr bê dayin ku malbat û parêzerên Abdullah Ocalan karibin wî bibînin.

- Ji bo karibe di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi roleke girîng rabe divê bi şert bê berdan.

Stathis Giannakopoulos:

"Girtîgeha Îmraliyê di nava sîstema hiqûq Tikr û çarçoveya sîstema hiqûqa global de nîne. Li ti cihî girtîgeheke bi vî rengî nîne. Mînak eger li Tirkiyeyê hûn girtî bin parêzerê we dikare her roj serdana we bike, lê belê li Îmraliyê tiştekî bi vî rengî nîne."

"Herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de destûr ji parêzerên Abdullah Ocalan hate dayin ku hevdîtinê pê re bike. Ji hingî ve zêdeyî 100 caran serlêdan kirin, lê belê Wezareta Edaletê ya Tirk bersiv neda."

Makis Anagnostou:

"Em bi her hewldaneke ji bo diyarkirina mafê çarenûsa xwe re ne."

"Abdullah Ocalan ji bo jiyana bi hev re ya hemû gelan a bi reng û cudahiya xwe, pêşniyar dike. Em jî bi heman hincetê têkoşîna xwe dewam dikin."

"Rayedarên Tirk ku xwe nadin ber hevdîtinan, ji ber ku mafê mehkûman red dike, divê ji aliyê civaka navneteweyî ve bêne tengavkirin."

"Em ji saziyên navneteweyî hemûyan dixwazin ku bi lezgînî destwerdanê bikin."

Panagiotis Xoplidis:

"Em bang li gel, bang li çîna karker dikin ku ji bo parastina Abdullah Ocalan û gelê Kurd dengê xwe bikin yek."