Ji gerîlayên azadiyê çalakî: 18 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de 18 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. 2 droneyên bombebarkirî, 2 sîstemên kamera yên mobesse, 3 kon, 2 çeper hatin îmhakirin, derb li 2 çeperan hate xistin.

Ji gerîlayên azadiyê çalakî: 18 dagirker hatin cezakirin
12 cotmeh 2023   10:50

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Di çalakiyên xurt ên hêzên me de 18 dagirker hatin cezakirin û 4 dagirker jî birîndar bûn. Her wiha 2 droneyên bombebarkirî, 2 sîstemên kamera yên mobesse, 3 kon, 2 çeper hatin îmhakirin û derb li 2 çeperan hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 2 caran jî bi gazên kîmyewî bombe li çeperên me yên şer barand û sûcê şer kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

11′ê Cotmehê saet di 02:00 de li Qasdsa Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

11′ê Cotmehê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li droneyeke bombebarkirî hate xistin. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de drone û teqemeniya pê re hate îmhakirin.

11′ê Cotmehê saet di 19:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sabotajê li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

10′ê Cotmehê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li droneyeke bombebarkirî hate xistin. Drone û teqemeniyê li ser hate îmhakirin.

11′ê Cotmehê saet di 17:10 û 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, dagirkerek birîndar bû.

11′ê Cotmehê saet di 20:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk derb li çepereke dagirkeran hate xistin.

11′ê Cotmehê saet di 20:17'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk ji du baskan ve li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

11′ê Cotmehê saet di 23:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê di çalakiyên sûîqestê de 4 dagirker hatin cezakirin.

12′ê Cotmehê saet di 00:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

Li herêma Zapê;

10′ê Cotmehê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sacayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, 2 dagirker hatin cezakirin.

10′ê Cotmehê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

11′ê Cotmehê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

12′ê Cotmehê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hêzên me yên YJA Starê bi çekên ferdî li dagirkeran xistin.

Li herêma Metînayê;

10′ê Cotmehê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

10′ê Cotmehê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê li çalakiyeke koordîneyî ya gerîla li dagirkeran hate xistin. Baskê çalakiyê yê destpêkê bi çekên ferdî û nîv otomatîk li çeperekê xist ku 4 dagirker tê de bûn. Li vê çeperê 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn, çeper hate îmhakirin. Baskê çalakiyê yê duyemîn bi çekên ferdî û nîv otomatîk li konên ku dagirker tê de bûn xist. Li vir jî 2 dagirker hatin cezakirin, 2 kon hatin îmhakirin.

11′ê Cotmehê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de ku hêzên me yên YJA Starê pêk anîn 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û çeperek hate îmhakirin.

11′ê Cotmehê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên giran li konekî dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, konek hate îmhakirin.

Li herêma Xakurkê;

10′ê Cotmehê saet di 14:20'î de li Qada Girê Şêxzade 2 sîstemên kamera yên mobesse yên dagirkeran hatin îmhakirin.

Li herêma Barzanê;

7, 8 û 9'ê Cotmehê herêma Barzanê ji bejahî û hewayî ve ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate bombekirin. 8'ê Cotmehê piştî ku bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin, artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran dagirker li qadê danî.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi gazên kîmyewî, teqemeniyên qedexekirî, droneyên bombebarkirî;

Li Qada berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê çeperên şer 10'ê Cotmehê 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 2 caran jî bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.

10 û 11'ê Cotmehê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û Girê Amediyê 11 caran bi droneyan û carekê jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

7, 8 û 9'ê Cotmehê herêma Barzan 9 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

10′ê Cotmehê Qada Şehîd Bager a herêma Avaşînê 10 caran, 11'ê Cotmehê Qada Ava Lolanê ya herêma Xakurkê 2 caran, herêma Zapê jî 7 caran bi giştî 19 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

10 û 11'ê Cotmehê Herêma Rojava yê Zapê ya Şehîd Delîl, Herêma Metîna û Herêma Barzanê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Xakurkê, Metîna û Barzanê bi topan hatin bombekirin."