Doza zarokê li Serêkaniyê bi fosforê birîndar bûye hîna bê bersiv e

Piştî 4 salan Neteweyên Yekbûyî hê jî doza zarokê bi navê Mihemd Hemdî ku sala 2019`an di li Serêkaniyê bi çekên qedexekirî yên dewleta Tirk birîndar bibû, bê bersiv dihêle.

Doza zarokê li Serêkaniyê bi fosforê birîndar bûye hîna bê bersiv e
12 cotmeh 2023   06:37

Delweta Tirk sala 2019`an bi fosforê spî êriş Serêkaniyê kir di encamê de zarokê bi navê Mihemed Hemîd birîndar bûbû. Piştî 4 salan êşa Mihemed Hemîd hîna zindî ye. Qîrînên ji ber birînan ji bîra wî naçin. Ev bîranîna bi êş bûye beşeke jiyana wî ya rojane.

Mihemed di roja sêyemîn a êrişên bi çekên qedexekirî ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarê Serêkaniyê de birîndar bibû.

Piştî dagirkirina bajarê wan, Mihemed tevî malbata xwe li Kampa Koçberên Serêkaniyê ya Hesekê bi cih bûn û hê jî jiyana xwe li wir derbas dikin. Lê heta niha li ser asta navneteweyî ji ber sûcê li dijî Mihemed hatî kirin, hesab ji dewleta Tirk a dagirker nehatiye pirsîn.

Mihemed Hemîdê 15 salî, got: “Heta niha dema li birînên xwe dinêrim, ew êş tê bîra min. Ew qîrîn û êş di hişê min de ne. Daxwaza min ew e ku hesab ji Tirkiyeyê bê pirsîn. Ez ji NY`yê dixwazim ku bersiv bide dozên ku me li dijî Tirkiyeyê vekirine.”

Bavê Mihemed, Hemîd Mihemed wiha behsa dateyên roja birîndariya Mihemed kir: “Wê rojê, Mihemed li pêşiya malê bû û me xwe hazir dikir ji bo ku ji bajêr derkevin. Lê me tenê dengê topbaranê bihîst û Mihemed li erdê dirêj kirîbû. Bi lez min ew rakir bajarê Til Temirê.”

Bavê Mihemed wiha domand: “Dûre me Mihemed derbasî Başûrê Kurdistanê kir û piştre ji bo dermankirinê ew birin Fransayê. Wê demê em piştrast bûn ku Mihemed bi fosforê spî hatiye hedefgirtin.”

Der barê giliyên ku li dijî dewleta Tirk vekirine de bavê Mihemed got: “Beriya salekê me li cem NY`yê doz li dijî Tirkiyeyê vekir. Lê heta niha ti bersiv nehatiye. Hertim em, dozên me li dijî Tirkiyeyê vekirine, dişopînin, lê bersiv tune ye.”

Bavê Mihemed di dawiyê de got: “4 sal in em koçber bûne. Lê hîna êriş li dijî herêmên me berdewam in. Em bang li NY`yê dikin ku van êrişan rawestîne, ji bo ku em vegerin warên xwe. Her wiha hesabê ji dewleta Tirk û çeteyên wê bipirse.”

Çilya 2020`an peymangeha lêkolînan a Wessling ku navenda wê li Swîsreyê ye, belge kir ku dewleta Tirk a dagirker fosforê spî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar anîne. Peymangehê, nimuneyên bedena şervanekî birîndar ê QSD`ê test kir û rapora xwe ku ji 4 rûpelan pêk tê parve kir. Di wê raporê de ev encam hate piştrastkirin.

NY`yê sala 1983`yan bikaranîna bombeyên fosfor û napalmê li dijî herêmên sivîl qedexe kirin. Êrişên wisa wek sûcên şer sinifandin.

(şx)

ANHA