Ciwanê ku mayîna li welat di ser her tiştî re girt: Şehîd Riyad Korekcî

Ciwanê 22 salî Riyad Korekcî mayîna li welat di ser penaberiyê re girt û heta gihîşt asta şehadetê ji vê biryara xwe tawîz neda.

Ciwanê ku mayîna li welat di ser her tiştî re girt: Şehîd Riyad Korekcî
12 cotmeh 2023   06:47

5′ê Cotmehê, di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker li dijî mezreyên Himê ya li Hesekê de ciwanê bi navê Riyad Korekcî ku di kargeheke çaksazkirina erebeyan li nêzî wê deverê dixebitî de şehîd bû.

Riyad Korekcî ji navçeya Şiyê ya kantona Efrîna dagirkirî ye, ew kurê herî biçûk ê malbata xwe ya ji 2 bira, xwişkekê û dê û bav pêk tê ye û di 2001'an de li Helebê ji dayik bûye

Wî xwendina xwe heta refa 7'ê ya navendî domandiye û ji 2018'an de li kargehe çaksazkirina erebeyan li bajarê Dêrikê dest bi kar kiriye. Di 2023'yan de jî li kargeheke çaksazkirina erebeyan a Hesekê cih girt.

Şehîd Riyad kurê malê yê hêdî û hezkirî bû, tevî ku hin kes ji malbata wî nexasim dayika wî penbarî derve bûn, lê dîsa jî wî mayîna li welêt di ser penaberiyê re girt ku li dawiyê di 22 saliya xwe de jî di encama êrişeke hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû.

Artêşa Tirk a dagirker ji 4'ê Cotmehê de li dijî kargeh û saziyên jiyanî yên sereke yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên şer û yên bêmirov êrişên giran pêk tîne.

(mh/şx)

ANHA