`Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên bindest îlham e`

Beşên cuda yên navçeya Til Birakê got, bersiva li hemberî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan praktîkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna şoreşeke civakî ye.

`Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên bindest îlham e`
12 cotmeh 2023   05:59

Şênî, siyasetmedar û endamên saziyên sivîl ên navçeya Til Birakê ya kantona Hesekê, berdewamkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û rêbazên sekna li hember komployê nîşan da.

`EM Ê BI PÊKANÎNA FIKRÊN RÊBERTÎ KOMPLOYÊ TÊK BIBIN`

Hevserokê Saziya Olî ya Navçeya Til Birakê Ehmed Xelîl îşaret bi dûrûtiya hêzên navneteweyî yên qanûnên mafên mirovan saz dikin û got, hêzên navnteweyî ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan ditirsin, lew ra komplo li dijî wî pêk anîn.

Ehmed Xelîl diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo mîsogerkirina mafên tevahî pêkhateyên Rojhilata Navîn bi rêya projeya neteweya demokratîk, tê koşiya.

Xelîl di dewama axaftina xwe de îşaret bi vê yekê kir ku hêzên komploger fêm kirin ku bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan nikarin rê li pêşiya têkoşîn û belavkirina fikrên wî bigirin, ji ber wê tecrîda li ser giran kirin.  Xelîl got: ′′Me bi avakirina Rêveberiya Xweser û pêkanîna felsefeya Rêbertî careke din komplo pûç kir."

Xelîl got ew ê belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin û heta serkeftinê dev ji berxwedanê bernadin.

Endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Navçeya Til Birakê Îman El Elî jî li dijî komplogeran banga xurtkirina têkoşînê kir û got: "Komplo wê bi pêkanîna fikrên Rêber Abdullah Ocalan, lidarxistina şoreşeke civakî û têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, têk biçe.′′

Welatiyê bi navê Talib El Nazir jî got komplo bi rêbazên din berdewam dike û wiha domand: “Êrişên qirkirinê û pêkanîna planên siyaseta şerê taybet li dijî gelên ku li ser şopa azadiyê û neteweya demokratîk tê dikoşin, berdewama komployê ye. Lê gelan bi praktîkirina tecrubeya neteweya demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komplo têk bir.” 

El Nazir destnîşan kir ku dê li dijî siyasetên şerê taybet û qirkirinê bisekinin û got: "Em ê çalakî û têkoşîna xwe berdewm bikin ta tecrîda girankirî ya ser Rêber Abdullah Ocalan bişkînin û azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin."

`RAMANÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN JI BO GELÊN BINDEST ÎLHAM E`

Der barê armancên komployê de endamê Partiya Pêşxistin û Guhertina Nîştimanî ya Demokratîk Hamid El Xelîl got: “Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî gelên azadîxwaz re jêdera îlhamê ye. Hêzên komploger jî, ji bo ku rê li pêşiya vî fikrî bigirin komplo pêk anî.”

(şx)

ANHA