​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-10-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-10-2023
11 cotmeh, 2023   23:00

Rêber Abdullah Ocalan bang li Ereb û Cûhiyan dike ku modernîteya kapîtalîst derbas bikin û got: " Modernîteya demokratîk, di rewşa aloz a li Rojhilata Navîn de, ne bi tenê ji bo pirsgirêka Cihûyan, ji bo pirsgirêka dewleta Îsraîlê ya dora xwe bi cinawirên milletperest û dînperest girtiye jî alternatîfa bi tenê ya çareseriya mayînde ye.′′

Jinan ji Heleb û Dêrazorê destnîşan kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bersiva wan serhildan û berxwedan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Beşên cuda yên navçeya Til Birakê got, bersiva li hemberî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan praktîkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna şoreşeke civakî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yûnis diyar kir ku berxwedan û îradeya gel dê rê li dewleta Tirk a dagirker bigire. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Fermandarekî QSD'ê destnîşan kir ku ew ê bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker bidin û got: "Em ê li hemberî êrişan bibin mertalên xurt û planên Tirkiyeyê yên dagirkirina xaka Sûriyeyê têk bibin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şehîd Riyad Korekcî di 22 saliya xwe de mayîna li welat û ajokarî di ser penaberiyê re girt û li dawiyê gihîşt asta şehadetê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevî birînên di bedenê wî de ku di êrişa kîmyawî ya li dijî Serêkaniyê de birîndar bûbû, lê ji 4 salan ve, NY û civata navneteweyî doza wî û doza şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paşguh kirine. Heta niha giliyên li dijî dewleta Tirk a dagirker, bê bersiv hiştine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kantona Girê Spî got, ew ê xizmetan pêşkêşî deverên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ziyan dîtine, bikin. Meclisa Girê Spî li dijî êrişan jî soza domandina têkoşînê da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şehîd Ebduselam Mehmûd jiyana bê welat wek jiyana bindestî didît û digot: "Rêber Abdullah Ocalan dê Sûriyeyê bi rê ve bibe"(BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ji bo şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPG`ê; Ehmed El Elî, Salih El Nedûş, Wîsam El Hisên, Alan Nazim û Mihemed Şemdîn li goristana şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo merasîma sersaxiyê li dar dixe. Her wiha li goristana şehîd Ugan El Eswed a navçeya Til Koçerê li dar dixe saet di 10:00`an de û li navenda ciwanên şoregşer a navçeya Dêrikê saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê merasîma seraxiyê ji bo şehîd Mehmûd El Werd li gundê Um Îzam a bajarokê Ebû Fire li başûrê navçeya Tirbespiyê li dar dixe saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Çilaxa sersaxî didin malbata şehîd Ebdulwahid El Ehmed li gundê Xirab Bacar saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîdên êrişên dewleta Tirk a dagirker û welatiyê bi navê Skender Hiso dibin ku di êrişa dewleta Tirk de li dijî kargeha kerpêçan a Hesekê 4`ê Cotmehê şehîd bûye saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Girkê Legê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd; Muaz Osman û Ehmed El Xidir dibin ku li pêşiya Navenda  Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Rimêlanê li dar ketiye saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şênî û hevalên nûçegihana ANHA`yê şehîd Dilîşan Îbiş di salvegera şehadeta wê de li goristana şehîd Dicle ya li Kobanê bibîr tînin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê cenazeyên 3 şehîdan û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û cenazeyê şehîdeke YPJ`ê li goristana şehîdan a Hikumiye oxir dikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye cenazeyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mistefa û Candar Oskêlo li goristana şehîdên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye oxir dikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê, merasîmeke sersaxiyê ya navendî ji bo şehîd Orhan Miho û Elî Osman li Qada Şehîd Egîd li dar dixe saet di 13:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)