​​​​​​​Di bidarvekirina jinan de dewleta Îranê yekemîn e

Li gorî Komîteya Jinan a Meclisa Nîştimanî ya Berxwedanê ya Îranê, dewleta Îranê di sûcên darvekirinê yên li dijî muxalîfan de, bi taybet li dijî jinan, di rêza yekemîn de ye.

​​​​​​​Di bidarvekirina jinan de dewleta Îranê yekemîn e
10 cotmeh, 2023   13:12

Komîteya Jinan a Meclisa Nîştimanî ya Berxwedanê ya Îranê duh li ser malpera xwe da zanîn ku sûcên darvekirinê li Îranê ji sala 2021′an ve zêdetir bûne, bi taybet jî ev sûc li dijî jinan zêdetir bûye û dewleta Îranê di vî warî de di cîhanê de yekemîn e.  

Desthilatdarên Îranê cezayê darvekirinê wek alaveke çewisandina muxalîfan bi kar tînin û wan ji mafên azadiya nêrînê mehrûm dikin.

Li gorî komîteyê, dewleta Îranê di navbera 2021-2023′yan de zêdetirî hezar û 275 kes bi dar ve kirine.

Dewleta Îranê di sala 1981′an de 120 hezar muxalif bi darve kiribûn ku piraniya wan jin bûn.

Li gorî qanûnên navneteweyî nabe jinên ducanî werin darvekirin, lê li Îranê herî kêm 50 jinên ducanî di salên 1880′yî hatin bidarvekirin.

Her wiha di 1988′an de di komkujiyê de 30 hezar girtiyên siyasî li Îranê hatin bidarvekirin.

Li gorî Komîteya Jinan a Meclisa Nîştimanî ya Berxwedanê ya Îranê, di navbera Tebaxa 2013′yan û Tebaxa 2021′an de 118 jin li Îranê hatine bidarvekirin.

Her wiha ji 2021’an ve herî kêm 42 jin li Îranê hatine bidarvekirin.

(fr)