YCWK`ê li mala nokerekî xist

Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê (YCWK) li ser rêya Êlih/Sêrtê li bendeke kontrolê û maleke 'nokeran' xist.

YCWK`ê li mala nokerekî xist
10 cotmeh, 2023   09:56

 Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) di daxuyaniye de wiha got: "Li Kurdistanê rêya demokrasî û azadiyê bi parçekirina çarmixa Îmraliyê dibe. Heta ku sîstema tecrîdê ya Îmraliyê ji holê neyê rakirin komplo û polîtîkaya qirkirinê dewam dike. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya Kurdistan û Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî ne. Heta ku ev rastî neyê dîtin û têkoşîn li gorî wê neyê meşandin, komplo li ser civakan wê timî dewam bike. Yekîneyên me yên YCWK'ê ku xwe bi vê têgihiştinê bi rêxistin kirine, her tim derbê li faşîzmê dixin."

YCWK di daxuyaniyê de xwe de ev ragihandin li ser rêya Êlih/Sêrtê yekîneyên wan li benda kontrolê ya dijmin xistin. Li gorî daxuyaniyê her wiha bi teqemeniyên destan hatin amadekirin li taxa Koyîçî ya Wanê li hemberî mala A.D. ê ku hevkarî bi dijmin re dikir, çalakî hatiye kirin.