Bîlançoya 4 rojên şerê Îsraîl-Hemasê: Nêzî 8 hezar kuştî û birîndar

Şerê Îsraîl û Hemasê 4 roj in didome. Li gorî daxuyaniyên fermî yên her du aliyan, di şer de heta niha 900 welatiyên Îsraîlê û 687 welatiyên Filistînê hatine kuştin.

Bîlançoya 4 rojên şerê Îsraîl-Hemasê: Nêzî 8 hezar kuştî û birîndar
10 cotmeh, 2023   07:22

Şer û topbaranên navbera Hemas û Îsraîlê di roja 4`an de dewam dike.

Îsraîlê ragihand ku di şerê 4 rojan de 900 welatiyên wê hatine kuştin û 2 hezar û 600 jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê jî diyar kir ku ji ber êrişên Îsraîlê herî kêm 687 kes hatine kuştin û 3 hezar û 726 kes birîndar bûne.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari anî ziman ku wan sînorê bi Xezayê re ku çekdarên Hemasê tê re ketibûn axa Îsraîlê, ji nû ve kontrol kiriye.

(fr/c)