Dermankirina birîndarên bombebaranê didome 

Dermankirina endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbiriyê ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de birîndar bibûn, didome. Rewşa hinek birîndaran giran e.

Dermankirina birîndarên bombebaranê didome 
10 cotmeh, 2023   07:12

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 8’ê Cotmehê (2023) akademiya Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbiriyê bombebaran kiribû. Rêveberiya Xweser derbarê êrîşê de daxuyanî dabû û aşkera kiribû ku di bombebaranê de 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbiriyê şehîd bûne û 28 jî birîndar bûne.

Birîndarên ku rewşa hinek ji wan giran e, veguhestibûn nexweşxaneyên li herêma Cizîrê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nexweşxaneyan hatine girtin, dermankirina birîndaran didome û di bin çavdêriyê te dên girtin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku rewşa hinek birîndaran giran û hemû derfetên nexweşxaneyan hatine seferberkirin.

Tê payîn ku îro nasnameyên 29 şehîdan jî werin aşkerakirin.