Li dijî gundên Şehba û Efrînê êriş

Artêşa Tirk a dagirker li dijî gundên Şera, Şêrawa û Şehbayê êriş pêk anîn.

Li dijî gundên Şehba û Efrînê êriş
9 cotmeh, 2023   19:18

Balafireke keşfê ya artêşa Tirk a dagirker nuqteyek hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Mezin ê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bombebaran kir. Di encamê zirarên madî çê bûn.

Di heman demê de jî gundê Keştar ê navçeya Şerayê ya kantona Efrînê û gundên Zîwan, Kefer Antûn û Şêx Îsa yên kantona Şehbayê topbaran kirin.

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê digerin.

(bb)

ANHA