​​​​​​​4 salên dagirkerina Girê Spî û Serêkaniyê

Li Girê Spî û Serêkaniyê di 4 salên bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne, bi sedan sucên dijî mirovahiyê, pîvanên exlaqî, hiqûqî û peymanên navnetewî hatin kirin.

​​​​​​​4 salên dagirkerina Girê Spî û Serêkaniyê
​​​​​​​4 salên dagirkerina Girê Spî û Serêkaniyê
​​​​​​​4 salên dagirkerina Girê Spî û Serêkaniyê
​​​​​​​4 salên dagirkerina Girê Spî û Serêkaniyê
​​​​​​​4 salên dagirkerina Girê Spî û Serêkaniyê
​​​​​​​4 salên dagirkerina Girê Spî û Serêkaniyê
​​​​​​​4 salên dagirkerina Girê Spî û Serêkaniyê
​​​​​​​4 salên dagirkerina Girê Spî û Serêkaniyê
​​​​​​​4 salên dagirkerina Girê Spî û Serêkaniyê
​​​​​​​4 salên dagirkerina Girê Spî û Serêkaniyê
​​​​​​​4 salên dagirkerina Girê Spî û Serêkaniyê
​​​​​​​4 salên dagirkerina Girê Spî û Serêkaniyê
​​​​​​​4 salên dagirkerina Girê Spî û Serêkaniyê
​​​​​​​4 salên dagirkerina Girê Spî û Serêkaniyê
​​​​​​​4 salên dagirkerina Girê Spî û Serêkaniyê
10 cotmeh, 2023   02:06

Dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê 9′ê Cotmeha sala 2019’an dijî Girê Spî û Serêkaniyê êrîş dan destpêkirin û dagir kirin.

Di nava 4 salên dagirkirinê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li her du herêman gelek sûcên qetilkirin, revandin û talankirinê kirin, şêniyên wan dan koçberkirin, li şûna wan malbatên çeteyan bicîh kirin. 

SERÊKANIYÊ

Piştî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker, derdora 200 hezar kes ji Serêkaniyê hatin koçberkirin. Rêjeya xwecihên Serêkaniyê li herêma dagirkirî daketiye derdora ji sedî 12-13.

Li gorî Komeleya Hevgirtina Mexduran (Teazur) ku ji aliyê koçberên Serêkaniyê ve hatiye avakirin, 70 welatiyên ku 5 ji wan jin in, hatin qetilkirin. 913 kes hatine revandin, ji wana aqubeta 73 kesan ne diyar e.

Li gorî Komîteya Koçberên Serêkaniyê ku ew jî ji aliyê koçberan ve hatiye avakirin, 92 hatine revandin birine Tirkiyeyê. 612 bûyerên îşkencekirinê û 6 sûcên destdirêjiyê yên li zarokan hatine belgekirin.

TALAN Û DESTESERKIRIN

Li gorî raporên van saziyan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dest danîn ser hezar û 400 dikan û 6 hezar malên niştecihên hatine koçberkirin. 58 gund hatin valakirin û piraniya wan hatin wêrankirin, gundê Eyn Hîsan bi temamî hatiye xirabkirin. Daagirkeran dest danîn ser zêdetirî mîlyonek donim (100 hezar hektar) zeviyên çandiniyê.

Li gorî Komeleya Hevgirtina Mexduran, li herêmê 79 teqîn pêk hatine, di encama wan de 146 welatî bûne qurbanî û zêdetirî 300 kes jî birîndar bûne. Di 65 şerên navxweyî yên di navbera çeteyan de bi kêmanî 5 sivîl hatin qetilkirin, zêdetirî 36 jî birîndar bûn.

GIRÊ SPÎ

Di encamên êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk  û çeteyên wê yên li ser Girê Spî de, zêdetirî 100 hezar kesan koçî Reqa, Tebqa û Kobanê kirin. Meclisa Kantona Girê Spî 22′ê Mijdara 2019′an ji bo koçberan li nêzî gundê Til Semin ê dikeve bakurê Reqayê kampek ava kir. Niha di kampê de 6 hezar û 855 koçber dijîn. Rojane bi dehan malbat ji Girê Spî koçî herêmên Rêveberiya Xweser dikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê milkên welatiyên kantonê desteser kririn; depoyên genim ên li Dihlîz, Serxat û Şirgirakê talan kirin û berhemên li van deran derbasî Tirkiyeyê kirin. Dibistanên Elî Baciliyê û Kefîfe, her wiha bi dehan dibistanên din veguherandin baregehên leşkerî.

Dagirkeran gelek deverên dîrokî yên wekî Girê Dihlîz ê li bajaroka Silûkê, Girê Sehlan ê li gundê Xirbe Riz, bajarê Faw û Sebî Ebyed ên li gundê Hemam wêran kirin û berhemên wan dizîn.

REVANDIN

Dagirkeran di dem û cihên cuda de hejmareke jin û 2 pitikên wan revandin. Navên çend jinên hatine revandin wiha ne: Şama Feysel El Ebdullah, Teyma Îbrahîm El Eswed, Xewla Yasîm Mela, Emîne El Hebîb, Ebîr Hisên El Îsa, Maya Xelef El Xelîl û pitikê wê, Rewda Ebid El Ehmed, Zelxa El Hesen, Fatima El Giûd, Eweş Ehmed El Iweyîd, Kefa El Erîf tevî hevjîn û pitika wê. Li bajaroka Silûkê ji pêşiya binkeya tenduristiyê 3 jinên ku navê yekê ji wan Seher Mihemed El Xelûf a ji gundê Hemam Tirkman e, hatin revandin.

Çeteyê bi navê Mihemed El Helebî ê girêdayî koma bi navê El-Hemazet jina ciwan a bi navê Fatima El Elî (19) revand û destdirêjî kir. Dagirker û çeteyên wan her wiha serokeşîrê El Henada Îbrahîm El Îsa û rûspiyên eşîra El Bûesaf ên bi navê Casim El Xelef Hesan û Hemûd Casim El Eyaf revandin.

BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ COTKARAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, çeteyên koma bi nave Feyleq El Mecid piraniya zeviyên çandiniyê yên gundewarên rojavayê kantonê desteser kirin û berhemên wan talan dikin. Li gorî agahiyan Serokê nivîsgeha aborî ya koma Feyleq El Mecid ê bi navê Hecî Ebdo El Seferandî bûye cotkarê herî mezin li kantonê û dest daniye ser derdora 5 hezar donim zeviyên li gundên Til Ehmer, Sosik, Yargoyî û Til Exderê yên aydê welatiyên Kurd ên hatine koçberkirin.

Çavkaniyên xwecih ji kantona dagirkirî diyar kirin ku çeteyên koma bi navê Tabûra 51′an a girêdayî çeteyên Cebha El Şamiye li gundên Tenhûza û Metkela yên rojavayê kantonê dest danîne ser zêdetirî 2 hezar donim zeviyên çandiniyê.

Çete Hec Ebdo El Seferanî li ser çemê Qeremox bendên axî çêkirine û cotkaran ji ava çem bê par dihêle.

Çeteyan di 2 salên dawî de bûhayê mazotê zêde kiriye (bermilek mazotê-220 lître mazot bi mîlyonek û 200 hezar lireyê Suriyeyê ye), lewma gelek cotkaran dest ji jenartoran berdan. Di Nîsana 2022’yan de çeteyên bi navê Ebû Ziyan, Ebû Bîlal û Ebû Yezan 13 bermîlên mazotê yên cotkarê bi navê Fadî Remedan ê ji gundê Kermaze, du telefon û 130 hezar pereyê wî dizîn.

Koma çeteyên Cehbla El Şamiye jî jêder û debara jiyanê ya şêniyên kantonê xistine bin kontrola xwe. Ji bo vê yekê di bin nave ‘Nivîsgehên aborî’ de 7 cih vekirine û deriyên sînor ên bi Tirkiyeyê re jî kontrol dikin. Li beramberî derbasbûna her seyare, terektor an jî deraseyekê bi kêmanî 200 hezar doldar distînin. Ji bo her kesek ku di deriyê sînor re derbasî kantonê bibe an jî dewleta Tirk ew şandibin jî 100 dolarî distînin.

Di 14 û 17′ê Tîrmeha 2023’yan de  şêniyên bajarê Girê Spî û bajarokê Silûkê du xwepêşandan li dar xistin û xwestin "Nivîsgehên aborî" werin hilweşandin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê malên welatiyên ku bi darê zorê hatine koçberkirin jî hiweşandin. Di dîmeneke hatibû kişandin de hat dîtin ku dagirker li Silûkê mala koçberê bi navê Ebdurezaq El Omer bi beldozeran wêran dikin. Artêşa Tirk li gundê Şirgirakê yê nêzî Rêya M4 25 mal xirab kirin.

POLÎTÎKAYÊN TIRKKIRINÊ

Dewleta Tirk a dagirker li kantona Girê Spî polîtîkayên tirkkirinê dimeşîne. Zimanê Tirkî ferz kiriye, sirûda neteweyî ya dewleta Tirk, sembolên xwe û jiyana kesayetên Tirk ên wekî Mustefa Kemal Ataturk xistine nava mufredatên dibistanan. komeleyên pakistanî û çaçanî bi desteka dewleta Tirk fikrên tundraw belav dikin.

‘Meclis Til Ebyet’ ku çeteyan ava kiriye bi desteka dewleta Tirk, li Girê Spî, Silûk, gundên Tirkman, Elî Baciliyê  erd û milkên niştecihên hatine koçberkirin, desteser kirine û li van deran navendên perwerdekirina li ser fikra tundraw ava kirine. Komeleya Ensar a Tirkan û Komeleya Beyt El Mal a Pakistanî destek didin navenda ku bi navê ‘peymangeha Ubey Bin Kab’ li bajarokê Silûkê, Omer Bin Xetab a li Heman Tirkmen, peymangeha Reşîd a li navenda Girê Sipî hatiye vekirin. Li dibistana Ehmed Yasîn û Ebû Bekir El Sedîq ên li navenda Girê Sipî û dibistana gundê Xirbe Riz zimanê Tirkî hatiye ferzkirin.

BÎLANÇOYA ÊRIŞAN

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarê Girê Spî û Eyn Îsayê de zêdetirî 120 sivîl şehîd û birîndar bûn. Dagirkeran li gundên Sefawiye, Hedriyat, Dibis, Siwêd, Mezereya Qirtac û Şerîkê yên girêdayî Eyn Îsayê komkujî pêk anîn. Li gorî daneyan ji ber êrişan zêdetirî 118 mal wêran bûn. Gundên Seyda, Mieleq, Hoşan, Sewan û Erîda vala bûn û bi hezaran zeviyên çandiniyê hatin şewitandin.

GUHERTINA DEMGORAFÎ

Ji destpêka dagirkirina Girê Spî ve, dewleta Tirk a dagirker bi hezaran malbatên çeteyan li malên koçberan bi cih kirin. Piştî ku rayedarên Tirk Nîsana 2022’yan gotin ewê mîlyoke penaberên Sûriyeyê bînin herêmê, 27 hezar û 940 malbatên ku di nava wan de 44 Iraqî jî hene, li Girê Spî hatin bicihkirin.

(bb/a)

ANHA