Balafirên dewleta Tirk Garê 8 caran bombebaran kir

Balafirên şer yên dewleta Tirk ya dagirker herêma Garê 8 caran bombebaran kir.

Balafirên dewleta Tirk Garê 8 caran bombebaran kir
4 cotmeh, 2023   17:32

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, balafirên şer yên dewleta Tirk ya dagirker îro di saet 19:00’an de çiyayê Garê yê nêzîkî navçeya Amêdiyê ya Duhokê bombebaran kir.

Çavkaniyan ragihand ku balafirên şer ên dewleta Tirk a faşîst li ser heman deverê 8 caran bombebaran kirine û heta niha jî liv û tevgera balafiran didome.