Koçberên Serêkaniyê banga vegerê li warên xwe kir

Bi hezaran koçberên Serêkaniyê li kampa Weşûkanî li dijî dagirkirina bajarê wan ji aliyê dewleta Tirk ve xwepêşandan li dar xist û banga vegera li warên xwe bi dabînên navneteweyî kir.

Koçberên Serêkaniyê banga vegerê li warên xwe kir
Koçberên Serêkaniyê banga vegerê li warên xwe kir
Koçberên Serêkaniyê banga vegerê li warên xwe kir
Koçberên Serêkaniyê banga vegerê li warên xwe kir
Koçberên Serêkaniyê banga vegerê li warên xwe kir
Koçberên Serêkaniyê banga vegerê li warên xwe kir
4 cotmeh, 2023   17:18

Bi rasthatina salvegera 4`an a dagirkirina Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bi hezaran koçberên Serêkaniyê li kampa Weşûkanî xwepêşandan li dar xist.

Xwepêşandan ji pêşiya dibistana kampê dest pê kir û heta konê ji bo şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hatiye vedan, meşiyan.

Li wir, endama Rêveberiya Kampa Weşûkanî Sûriye Mihemed axivî û got: “Ji 4 salan ve, dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, war û malên ma dagir kirine. Dewletên cîhanê tev şirîkên sûcên dewleta Tirk a dagirker û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.”

Sûriye destnîşan kir ku tenê bi derketina dagirkeriyê, veger pêkan e.

Sûriye bang li civata navneteweyî kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê rawestîne.

Di dawiya xwepêşandanê de sînefizyonek têkildarî jiyana aştiyane ya li bajêr, hate pêşandan.

Di heman çarçoveyê de, koçberên Serêkaniyê li kampa Serêkaniyê ya li rojhilatê Hesekê xwepêşandanek li dar xist.

(şx)

ANHA