Malbata Ş. Arîn Mîrkan: Em ê rêya azadiyê bişopînin

Dayîka Şehîd Arîn Mîrkan û birayê wê destnîşan kir ku wê bi têkoşîna xwe nirxê herî pîroz afirandiye û ew ê şopdarên rêya wan û azadiyê bin.

Malbata Ş. Arîn Mîrkan: Em ê rêya azadiyê bişopînin
5 cotmeh, 2023   02:03

Îro 9’emîn salvegera şehadeta têkoşer Arîn Mîrkan  ku 5’ê Cotmeha 2014’an li Kobanê dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiya fedayî lidar xist û hem pêvajoya têkçûna DAIŞ’ê da destpêkirin, hem jî duryanek nû li têkoşîna azadiya jinê zêde kir e. 

Bi minasebeta salvegerê dayîka Şehîd Arîn Mîrkan Wehîde Henan û birayê wê Beşar Genç Xemîs ji ANHA’yê re axivîn.

Wehîde Henan destnîşan kir ku Şehîd Arîn lêgerînvanek heqîqetê bû û di vê oxirê te têkoşînek bênavber domandiye.

‘BIRYARA XWE WEKÎ MIZGÎNÎ JI ME RE GOT’

Wehîden Henan bi gotinên, “Şehîd Arîn gelekî hez ji min dikir, dema ku biryara xwe ya tevlîbûnê da jî bi hembêz kirim” bal kişand ser biryardariya têkoşîna Şehîd Arîn û wiha dom kir: “Hîn ji zarokatiyê ve heskirina wê ji tevgera azadiyê re hebû. Bi riya tevger û hevalan fêrî xwendin û nivisandina bi zimanê Kurdî bû. Pir zîrek bû. Şeva ku biryara tevlîbûna tevgera azadiyê da, li mala cîranan bû.  Vegeriya malê û ez hembêz kirim û ‘got ez ê mizgîneyekê bidim we’, lê me nedizanî ev mizgînî çi ye. Şeva çû me zanî mîzginiya wê çi bû.”

‘BI HEZARAN NAVÊ ARÎN RAKIRIN’

Dayikê diyar kir ku keça wê bi têkoşîn û çalakiya xwe nirxê herî pîroz afirandiye û got: “Keça min ne tenê şehîda min e, şehîda bi milyonan gelê Kurd e. Bira û xwîşkên Arînê navê wê li zarokên xwe kirin, her wiha bi milyonan Kurdan navê zarokên xwe kir Arîn. Bi sedan rêya Arînê şopand. Îro bi sedan Arîn hene û dê Kurdistanê azad bikin. Em ê rêya azadiyê bişopînin.”

BIRAYÊ Ş. ARÎN Ê ŞERVANÊ YPG’Ê: EM ŞOPDARÊN WAN IN

Birayê şehîd Arîn Mîrkan Beşar Genç Xemis ku ew jî niha şervanê YPG’ê ye da zanîn ku piştî şehadeta Arîn Mîrkan, navê gundê xwe (Gundê Husê) wekî Gundê Mîrkan guhertine.

Beşar Xemîs bîranînek xwe ya bi xwîşka xwe re anî ziman û got: "Me hemûyan di dibistanên rejîmê de dixwend. Em di nava malbateke welatparêz de mezin bûn. Rojekê şehîd Arîn vegeriya malê û çavên wê tije rondik bûn, digiriya. Me jê pirs kir ka çi bûye? Ji me re got , ‘Min bi xwe re nabin meşa ji bo Rêber Apo, ma ez jî ne keça vî welatî me?’ Vê yekê gelekî bala me kişand û min ji xwe re got ku dê Arîn rojekê bibe şervana welatê xwe.”

Xemis da zanîn ku di dema berxwedana  Kobanê de ew jî şervanê YPG`ê bû û xwestiye biçe Kobanê, lê ji ber ku xwîşka wî Şehîd Arîn li wir bû, rêveberiyê ew nebiriye û bersiva “Tu jî li vir lazim î, parastina herêmê bike” ji wî re hatiye dayîn.

Beşar Genç Xemîs diyar kir ku dê xeta xwîşka xwe û tevahî şehîdan bişopîne.

(a)

ANHA