Rojnameyên erebî: Şamê xwe ji Tunisê ve nêz dike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa dosyaya vekirineke erebî li ser Şamê, rewşa Iraqê û serdana Erdogan a dema pêş ji Iraqê re kir.

Rojnameyên erebî: Şamê xwe ji Tunisê ve nêz dike
4 cotmeh, 2023   07:18

Rojnameya Şerq El Ewsat bi sernavê ′Şam ji Tunisê ve nêz dibe û têkiliyên bi Ereban re dihêle′ nûçeyek nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku hemwextî agahiyên li ser cemidandina xebata komîteya wezaretê ya Ereban ya taybet bi jinûve vegerandina têkiliyan bi Şamê re Şamê berê xwe da Tunisê ku têkiliyên pê re aktîf bike. Ji ber ku Şamê tu xwestekên ji bo pêkanîna nexşerêya Ereban pêk neanî komîteyê xebat cemidand. Ji wan xwestekan 3 dosyayên sereke hene divê Şamê pêşkêş bike; dosyaya hilweşandina torên çêkirina hişbiran û bazirganên hişbirê ku gefan li dewletên cîranê dixwe, dosya vegera koçber û penaberan, dosyaya diyaloga bi muxalefetê re ku bigihîne çareseriyekê ji krîza Sûriyeyê re.

′NÎQAŞÊN DI NAVBERA EBADÎ Û HELBÛSÎ DE BER BI RÛBIRÛBÛNA SINNE Û ŞÎE VE DIÇE′

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El Ereb diyar kir ku xîtabên tund ên di navbera serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder Ebadî û hin rêveberên partiya serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî de bi pêş ketin û ber bi gefxwarinan ve çûn. Her aliyekî yê din tawanbar kir.

Çavdêran da zanîn ku ev xîtabên tund ên axaftinên her du aliyan de bandor li gelek beşên civaka Iraqê kir, bi taybet ev yek hemwextî qonaxa bendewariya hilbijartinên xwecihî hatin.

′NAKOKIYÊN DERENGAMYÎNA SERDANA ERDOGAN JI IRAQÊ RE′

Rojnameya El Ereb El Cedîde behsa serana Erdogan a pêşbîn ji Iraqê re kir û diyar kir ku li gorî daxuyaniyên berpirsên iraqiyan ev serdan bi sedema nakokî û hebûna dosyayên girêkê ku hîna li ser lihevkirin çênebûne, hate paşxistin.

(fr)