Êlên Ereb: Hevgirtina me ya xurt tevahî komplo têk birin

Rûspiyên Tebqayê, ji ber siyaseta niha li dijî herêmên Rêveberiya Xweser tê meşandin, hişyarî da û destnîşan kir ku hevgirtina xurt a di navbera pêkhateyan de, tevahî hewldanên dijmin ên têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmê bi bin xistin.

Êlên Ereb: Hevgirtina me ya xurt tevahî komplo têk birin
1 cotmeh, 2023   02:06

Vê dawiyê li Dêrazorê tevlihevî derket. Hemwextî wê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî şaneyên DAIŞ`ê û bazirganên narkotîkê û ji bo sepandina ewlehiyê li Dêrazorê 27`ê Tebaxê Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” dest pê kir.

Her wiha komên çekdar ên girêdayî saziyên ewlehiyên yên hikumeta Şamê rasterast û bi awayekî aşkera mudaxele kirin û li aliyê rojavayê beravê çemê Firatê derbasî herêmên rojhilatê Dêrazorê yên Rêveberiya Xweser bûn, êriş navendên QSD û saziyên xizmetguzariyê yên herêmê kirin.

Rûspiyên herêmê bi van bûyeran ne razî ne. Di vê çarçoveyê de rûspiyê êla El Şefrat a Tebqayê Ehmed El Cedo got: “Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û hemwextî Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê, nîşan didin ku hewldanên hikumeta Şamê û Tirkiyeyê ji bo têkbirina ewlehiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Ji bûyerên li Dêrazorê hewl didin bi destên derve fitneyê li herêmê derxin, îstiqrara li herêmê têk bibin û şerekî di navbera pêkhateyên herêmê de çêkin.”

Ehmed El Cedo destnîşan kir ku saziyên rejîma Sûriyeyê bi koordîneya îraniyan û komên alîgirên Tirkiyeyê, lihevkirinekê pêk tînin û dixwazin bûyerên li Dêrazorê wisa nîşan bidin ku fitneyeke erebî-kurdî ye û got: “Ji bo ku tevna civakî ya hevgirtî ku bi saya projeya neteweya demokratîk pêk hatiye, parçe bikin. Divê em ji van siyasetan hişyar bin.”

El Cedo anî ziman ku dê hevgirtina xurt a di navbera pêkateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, tevahî hewldanên dijmin têk bibin ku dixwazin ewlehiya herêmê bi bin bixin û dê tevahî komployên bê jî bi bin bixin.

El Cedo teqezî bi rola QSD û êlên herêmê di têkbirina fitneyê û parastina ewleheiya herêmê de, kir.

Rûspiyê êla El Ming Ehmed El Şîban jî bang kir ku divê şerê her kesê hewl dide fitneyê li herêmê derxe û ewlehiya wê têk bibe, bê kirin û herêmê ji terorê bê parastin.

Her wiha El Şîban bang li êlan kir ku li hember şerê taybet ên li dijî herêmê û armancên komên êriş herêmê dikin, baldar û hişyar bin, aqilane tev bigerin.

(şx)

ANHA