ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-10-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-10-2023
30 îlon, 2023   23:00

- Rojnamevan Mistefa Elo yek ji hevreyên rojnamevan şehîd Seyîd Evran e anî ziman ku şehîd Seyîd Evran her tim li heqîqetê digeriya. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ciwanên Efrînê yên li kantona Şehbayê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ‎û komploya ku ji 9′ê Cotmeha 1998′an ve dewam dike Şemezar kir û diyar kir ku heya pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ‎ew ê li qadan bin.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên Tebqayê, ji ber siyaseta niha li dijî herêmên Rêveberiya Xweser tê meşandin, hişyarî da û destnîşan kir ku hevgirtina xurt a di navbera pêkhateyan de, tevahî hewldanên dijmin ên têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmê bi bin xistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskarê ermenî Narek Abrahamyan got, ji sala 2020′î ve nêzîkatiya Moskovê li ser esasê berjewendiyên li gel Azerî û Tirkan e û got: ′′Rûsya bêaliya Tirkiyeyê di şerê li Ukranyaê de jî bi dest xist û di şerê li Sûriyeyê bi hev re koordîne dikin." (BI WÊNE).

- Rojnameyên erebî hefteya borî di mijarên xwe de behsa tevgerên dewleta Tirk di dosyaya Sûriyeyê de, xwepêşandanên li Siwêdayê, rewşên li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê, normalîzekirina Siûdî-Îsraîlê û pêşdeçûnên dawîn ên li Qerebaxê kiribû.

-Kombûna Jinan a Zenûbyayê bi daxuyaniyekê encamnameya pêngava "Bi hev re civaka xwe biparêzin û ewlehiyê mîsoger bikin" ya ji bo rêgirtina li ber hişbirê aşkera dike. Daxuyanî li avahiya kombûnê ya li Tebqayê tê dayîn, saet di 09:30′an. Bi heman armancê meclisa kombûnê ya gundewarê rojavayê Dêrazorê daxuyaniyê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Ciwanan a Meclisa Civaka Ermenî bi koordîneya Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk semînerekê bi navê "Artsax.. banga azadiyê ya di nava dorpêçê de" li navenda Çand û Hunerêy a Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê dide, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê bi daxuyaniyekê encama pêngava "Na ji zewicandina zarokan re û na ji qetilkirina jinan re" aşkera dike, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Jineolojiyeyê ya Şehbayê merasîmê bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel li navenda xwe ya li navçeya Fafînê li dar dixe, saet di 11:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîsgeha Rêxistina Koçberên Şehba û Efrînê yên li Minbicê der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî de daxuyaniyekê li ber nivsîgeha xwe dide, saet di 11:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Şedadê şehîdê QSD′ê Cemîl Sihwîl (Xebat Hesekê) li Goristana Şehîdan a navçeyê oxir dikin, saset di 10:00′an de. Şêniyên bajarê Hesekê jî şehîd Diyar Luqman Mardînî û Necmedîn Hisên Fenûş li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê oxir dikin, saet di 16:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA