Koma Orkestra ya Zarokan konsêrtek li dar xist

Koma Orkestra ya Rojava ya Zarokam konsêrtek li dêra Yekitiya Xiristiyan a Encîlî ya li bajarê Qamişloyê li dar xist.

Koma Orkestra ya Zarokan konsêrtek li dar xist
Koma Orkestra ya Zarokan konsêrtek li dar xist
Koma Orkestra ya Zarokan konsêrtek li dar xist
Koma Orkestra ya Zarokan konsêrtek li dar xist
Koma Orkestra ya Zarokan konsêrtek li dar xist
Koma Orkestra ya Zarokan konsêrtek li dar xist
Koma Orkestra ya Zarokan konsêrtek li dar xist
Koma Orkestra ya Zarokan konsêrtek li dar xist
Koma Orkestra ya Zarokan konsêrtek li dar xist
30 îlon, 2023   17:24

Konsêrt bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê hat li darxistin.  Ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan bi dehan zarok û malbatên wan amade bûn.

Rêvebera Akademiya Orkestra ya Rojava hunermend Mizgîn Tahir axivî û got: "Piştî perwerdeyeke dem dirêj, şagirtinê me îro dikarin li pêşiya cemawer bisekinin û bi awayekî akademîk stranan bêjin."

Piştre koma Orkestrayê ku ji 39 zarokan pêk tê hunerên xwe pêşkêş kirin û stranên kurdî gotin.

Akademiya Orkestra ya Rojava di sala 2016′an de li bajarê Qamişloyê hat avakirin. Bi dehan zarokên di navbera 7 heta 17 salî de perwerdeyan li ser amûrên cuda yên mûzîkê dibînin.

(bb)

ANHA