Şêx û rûspiyên eşîran piştgiriya xwe bi QSD′ê re nîşan da

Şêx û rûspiyên eşîran li dijî komployên li ser herêmê têne kirin, piştgiriya xwe bi QSD′ê re anîn ziman.

Şêx û rûspiyên eşîran piştgiriya xwe bi QSD′ê re nîşan da
30 îlon, 2023   17:12

Derdora sed şêx û rûspiyên qebîle û eşîrên herêma Cizîrê li eywana yek ji şêxên qebîleya Begera, Ewad El Ugla ya li gundê Til Tewîl ê Hesekê kom bûn. Şêx û rûspiyan bi daxuyaniekê piştgiriya xwe bi QSD′ê re anîn ziman.

Daxuyanî ji aliyê rûspiyê qebîleya Begera, Hisên El Kebeş ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de xîbtabî qebîle û eşîrên li Dêrazorê hat kirin û hate gotin: "Xwişk û birayên ezîz ên li herêmên Dêrazorê; êdî armanc û rastî ji her kesî re zelal bûn. Divê em xîtabî we bikin ku bûyerên duh rû dane planeke qirêj bû. Aliyên ku siyasetên wan li dijî gelê me têne gel hev, ji bo parvekirina hegemonî û berjewendiyên xwe kar kirin, heman aliyên ku  tevgera Sûriyeyê ji xeta wê derxistin, guh nedan silametiya gelê me û pêkvejiyana wan a ebedî. Xwestin tevna civakî ya pêkhateyên gelê me têk bibin da ku armancên xwe yên madî û berjewendiyên xwe yên taybet pêk bînin. Pereyên heram derbasî herêmê kirin û herêm tije çek kirin. Bi vê yekê re revandin û  qetilkirin çêbûn û agirê şerê ragihandinê gûr bû."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bûyerên vê dawiyê li Dêrazorê rû dan, ji bo vejandina serdema tarî li Sûriyeyê bû û wiha hat domandin: "Îran û cîranê xwe civiyan. Îran xwest têgeha fitneyî ya teng zindî bike û cîrana wê xwest DAIŞ′ê zindî bike. Yên ku hewl didin fitneyan biafirînin kujerên rasteqîn ên gelên me ne."

Şêx û rûspiyan piştgiriya xwe bi QSD′ê re anî ziman û bal kişand ser van xalan:

-QSD′ê li ser daxwaza qebîleyên me hat avakirin. Stûna vê hêzên zarokên me ne.

-QSD′ê nûnerê rewa û yê yekane yê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

-Tu niyetên QSD′ê yên cudexwaziyê tune ye, QSD′ê dirûşma Sûriye yek e, Sûriye welatê hemûyan e hildaye.

-Îran û Tirkiyeyê li pey hewldanên derxistina fitneyan e û hewl didin li ser têla neteweyî û etnîkî bilîzin. Em dizanin ku Îran û Tirkiye rêzê dane netewe û eşîrên me.

-Ketina nav hewlên derxistina fitneyan xiyanetek li siberoja gelê me ye, her wiha hewldanek ji bo lawazkirina ezmûna me ye. Di heman demê de hewldanek ji bo zindîkirina terorê, revandin û afirandina şerê navxweyî yê eşîr û qebîleyan û derxitina fitneyan e.

-Yên xwe spartina rejîmê û navên malbatên xwe yên bi rûmet bi kar tînin dixwazin bibin xwediyên pere û desthilatê, ev kes nûneretiya xwe tenê dikin û nûnertiya tu kesên din nakin.

-Tevahî eşîr di aliyê civakî û siyasî de xwedî rûyên bi bandor in, nabe navê qebîle an eşîre bi kesekî tenê ve were girêdan. Hinek kesên nîştimanperwer ên bi bandor hene  ku mîraseya eşîran diparêzin.

-Li ser vê bingehê divê helwest were diyarkirin. Yên ku bi vejandina fitneyan û têkbirina aştiya navxweyî di navbera pêkhateyên herêmê de û bikeve pey van aliyan,  ew di xindeqên dijber an ku xindeqa têkçûyî de ne. Yên ku xweşiyê ji eşîr û qebîleyên me re dixwazin divê li hemberî hêzên terorîst ên fesadiyê belav dikin, gelan qetil dikin û ditirsînin, bisekinin."

(bb)

ANHA