Xelkê Dêrazorê şehîdekî xwe oxir kir

Şêniyên Dêrazorê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Hisên El Hisên spart axê.

Xelkê Dêrazorê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Dêrazorê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Dêrazorê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Dêrazorê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Dêrazorê şehîdekî xwe oxir kir
30 îlon, 2023   16:28

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên Mehmûd Hisên sala 2018′an di êrişa çeteyên DAIŞ′ê ya bi erebeyeke bombebarkirî de birîndar bûbû û di 28′ê vê Îlonê de şehîd bû.

Di nav de malbatên şehîdan, şervanên QSD′ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî, bi sedan şêniyên gundewarê rojavayê Dêrazorê, cenazeyê şehîd El Hisên bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El Hemade ya li bajarokê Ebû Xeşeb spart axê.

Di merasîmê de rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Sabir El Ebdullah axivî û got: "Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê em sersaxiyê ji xwe û ji malbata şehîd re dixwazin. Em bejna xwe li hemberî lehengiya şehîdan ditewînin ku jiyana xwe û giyanê xwe yê pak ji bo azadî û rûmeta me dan.′′

Bi navê Mala Birîndaran a Dêrazorê Mûeyed El Hemed jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em ji ber şehadetê hevrêyê ezîz, birayê dirust û têkoşerê ku bi giyanê xwe yê fedaî li ber xwe da, sersaxiyê ji xwe re û ji malbata hevrê xwe re dixwazin. Hevrê Hisên wê ji bo me mînak bimîne. Şehîdên me parêzvanên mirovahiyê ye û şehîdên rûmetê ne ku xwîna xwe ya pak dan da ku gelê me bi azadî bijî. Şehîdên me gelên cîhanê ji terorê rizgar kir û xaka xwe ji mêtînger û çavbirçiyan parastin."

El Hemed soza şopandina xeta şehîdan da û got: "Em ê heta avakirina neteweya demokratîk a li ser esasê biratiya gelan û Rêveberiya Xweser tê bikoşin."

Beşdarên merasîmê piştgiriya xwe bi QSD′ê re anîn ziman.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Hisên Mehmûd El Hisên hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Piştre cenazeyê şehîd hat veşartin.

(bb)

ANHA