​​​​​​​Rojnamevanên qetilkirina Jîna Emînî ragihandibûn hêjayî xelatê hatin dîtin

Di 2’yemîn Merasîma Xelatên Weqfa Clooney ya ‘Ji Bo Jinan Dadperwerî’ de, rojnamevan Nilûfer Hemîdî û Îlahe Mihemedî ku qetilkirina Jîna Emînî ragihandibûn hêjayî xelatê hatin dîtin.

​​​​​​​Rojnamevanên qetilkirina Jîna Emînî ragihandibûn hêjayî xelatê hatin dîtin
30 îlon, 2023   15:58

Weqfa Clooney ev du salin ji bo parastina dadperweriyê, mafên mirovan û azadiya ramanê û rojnmevaniyê merasîma xelatan ya bi navê ‘Ji Bo Jinan Dadperwerî’ li dar dixe.

Di 2’yemîn Merasîma Xelatên Weqfa Clooney ya ‘Ji Bo Jinan Dadperwerî’ de ku şeva Pênşemê li Pirtûkxaneya Giştî ya New Yorkê hat lidarxistin de, rojnamvan Nilûfer Hemîdî û Îlahe Mihemedî ku qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên ewlekariyê ya Îranê ve ragihandibûn, hêjayî xelatê hatin dîtin.

Jinên rojnamevan Nilûfer Hemîdî û Îlahe Mihemedî ji ber nûçeya qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ku bi qetilkirina wê ya ji aliyê “polîsên exlaq” yên Îranê ve li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ dest pê kir, hêjayî xelata ‘Ji Bo Jinan Dadperwerî’ hatin dîtin. Rojnamevan Nîlûfer û Îlahe niha li di girtîgehên Îranê de girtî ne.

Di dema dayîna xelatan de hate gotin, zextên li ser azadiya rojnamevaniyê ya ji aliyê Îranê ve bi taybet jî rojnamevanên jin ji ber pîşeya xwe û ji ber zayenda xwe ji aliyê rejîma Îranê ve tên hedefgirtin. Her wiha di merasîmê de teqezî li wê yekê hate kirin ku piştî xwepêşandan û serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ li Îranê pênc qatê rojnamevanên mêr, rojnamevanên jin hatine girtin.

Di merasîma xelat dayînê de  behsa binpêkirinên di girtîgehên Îranê de hatin kirin û hate aşkerakirin ku di girtîgehên Îranê de rojnamevanên jin û aktîvîst li rastî lêdan, tundûtijiya zayendî dibin, di tarîtiyê de tên darizandin û di tarîtiyê de tên tecrîdkirin.