Li Farqînê ya Amedê çalakiya milîsên HBDH’ê

Milîsên Seyfettîn Zogûrlû yên HBDH’ê li navçeya Farqînê ya Amedê, bi bombe û fîşekan li hemberî TOMA’yê çalakî kir.

Li Farqînê ya Amedê çalakiya milîsên HBDH’ê
30 îlon, 2023   09:08

Milîsên Seyfettîn Zogûrlû yên HBDH’ê têkildarî çalakiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev tişt diyar kirin:

 “Me ji bo bazên azadiyê yên li çiyayên Kurdistanê şehîd bûne, lêxist!

Dewleta faşîst bi rêbazên herî nemerdane, bi çekên kîmyewî êrişî gerîlayên azadiyê dike. Bi hevkariya xayînên PDK’ê re li Başûr sûîqastên nemerdane pêk tîne. Bi piştevaniya hevkarên li hundir, kemînan datîne.

Em şervanên fedayî yên şoreşa yekbûyî ya karker û kedkarên Tirk û Kurd in. Em piştevanên xurt ên şervanên azadiyê ya gelê Kurd in. Em li ser serê dijmin in!

Şeva 21’ê Îlonê me li Amedê li dijminê faşîst xist! Hingî ku ew êrişî gerîlayên azadiyê bikin, em ê jî li bajêran li dijmin bixin!

Weke Milîsên Seyfettîn Zogûrlû yên HBDH’ê me li herêma lojmanên leşkerî êriş pêk anî. Li Farqînê di dema derketina TOMA’yê ya ji lojmanên leşkerî de, me bi bombe û fîşekên hewayî êrîş pêk anî. Me tespît kir ku di çalakiyê de du polîs birîndar bûne. Milîsên me piştî çalakiyê bi rengekî serkeftî ji qada çalakiyê dûr ketin.

Em ê tola gerîlayên azadiyê hilînin!”