Ji Rêveberiya Dêrazorê bang: Rewşên xwe çareser bikin

QSD`ê ji bo çareserkirina rewşa komên çekdar ên ku destê wan di bûyerên dawîn ên li Dêrazorê de hene, biryarek da û li ser wê bingehê Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê bang li her kesî kir ku li warên xwe vegerin.

Ji Rêveberiya Dêrazorê bang: Rewşên xwe çareser bikin
30 îlon, 2023   08:58

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê têkildarî biryara Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a ji bo çareserkirina rewşa çekdarên ku tev li bûyerên dawîn ên Dêrazorê bûne, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Careke din QSD`ê diyar dike ku ew dabînkera ewlehî û îstiqrarê li herêmê ye û her tim hewldanên wê ji bo vê armancê hene. Beriya her kesî, pirên baweriyê çêdikir û şêniyên xwe hemêz dikir. Çareserkirina rewşa kesên çek di bûyerên dawîn de rakirine, delîlek e ku ew ji gel e û ji bo gel e.

Em helwesta QSD′ê silav dikin û bang li her kesî dikin ku li herêmên xwe vegerin, roleke erênî di avakirina herêmên xwe de bilîzin û bi awayekî çalak tev li avakirina pêşerojeke ewle bin. Bi xîtab û axaftinê tehrîdkirin û sorkirinê ên ku aliyên dijberî ewlehiya herêmê didin neyên xapandin."

(şx)

ANHA