Li Girê Spî penaberên din hatin bicihkirin

Desthilatên dewleta Tirk a dagirker îro beşeke din a penaberên sûriyeyî bi darê zorê ji xaka xwe derxist û ber bi kantona Girê Spî yên dagirkirî ve şandin, di nav de jî 3 iraqî hene.

Li Girê Spî penaberên din hatin bicihkirin
30 îlon, 2023   12:17

Li gorî agahiyên çavkaniyekî xwecihî ji kantona Girê Spî dane, dewleta Tirk a dagirker 80 penaberên din ên Sûriyeyî, di nav de 3 iraqî, di deriyê sînorê re radestî çeteyên xwe yên Polîsên Leşkerî kirin.

Bi vê beşê ve hejmara penaberên di navbera mehekê de bi darê zorê ji Tirkiyeyê ber bi kantonê ve tên şandin dibe 3 hezar û 65 kes.

Her wiha hejmara iraqiyên di 3 mehên dawîn de ku dewleta Tirk a dagirker li kantona Girê Spî bi cih kirine 44 iraqî ne. Ajansa me di Tîrmehê de belge kiribû ku 25 iraqî derbasî kantonê bûne û di vê mehê de 19 iraqî bi du beşan derbasî herêmê hatine kirin. Lê di dema qeydkirina datayên wan li ser deriyên sînor got ew diçin gel malbatên xwe yên li kantonê.

Bi dehan malbatên çeteyên DAIŞ′ê yên ji kampa Eyn Îsayê di 2019′an de dema dewleta Tirk a dagirker êrişî kantonê kiriye û revîne li kantonê hatin bicihkirin.

Bi wê yekê hejmara penaberên li kantona Girê Spî hatine bicihkirin, ji dema berpirsên tirkan ragihandiye ku ew ê penaberan li kantonê bi cih bike, gihaşt 27 hezar û 865 penaber.

(fr)

ANHA