Serokê Borkîna Faso: Bê ewlehî hilbijartin li dar nakevin

Serokê Borkîna Faso ragihand ku dê guhertineke beşî di destûrê de çêke.

Serokê Borkîna Faso: Bê ewlehî hilbijartin li dar nakevin
30 îlon, 2023   08:25

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Borkîna Fasoyê Îbrahîm Tirawrî got hilbijartinên ku meclisê soz daye li dar bixe, “niha ji ber rewşa ewlehiyê ne pêkan e”.

Tirawrî bi boneya salvegera yekemîn a darbeyê di hevdîtinekê li gel televîzyona fermî de got: “Heta rewşa welat aram nebe, tu hilbijartin li dar nakevin. Ewlehî baş dibe, artêş jî destkeftî bi dest dixe. Lê pêşbîn gelek dijwar in.”

Meclisa Leşkerî berî vê, soz da bû ku hilbijartinan Tîrmeha 2024`an li dar bixe da ku desthilata sivîl, welêt bi rê ve bibe. Lê belê Tirawrî destnîşan kir ku “ewlehî ji xebatên wan ên bingehîn e”.

Her wiha Tirawrî di hevdîtinekê li gel televîzyona nîştimanî de ragihandibû ku dê guhertineke beşî di destûra welêt de çêke û gotibû: “Bendên niha, nahêlin em bi awayekî aştiyane pêş bikevin.”

(şx)