MSD`ê li gel parlamenterên Alman li Berlînê civiya

Sandeyeke MSD`ê bi armanca xurtkirina têkiliyên dîplomasî û gotubêjkirina doza Sûriyeyê û çareseriya siyasî, li Berlînê bi gelek parlamenterên alman civiya.

MSD`ê li gel parlamenterên Alman li Berlînê civiya
28 îlon, 2023   08:17

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li ser malpera xwe aşkera kir ku bi armanca xurtkirina têkiliyên dîplomasî û gotubêjkirina doza Sûriye û çareseriya siyasî, şandeyeke meclisê li Berlînê li gel gelek parlamenterên alman civiyaye.

Şandeya ji berpirsê Nivîsgeha Têkiliyan û endamê Desteya Rêveber Hesen Mihemed Elî, nûnerê MSD`ê yê Almanya û Holanda Dr.Rizgar Qasim pêk hatiye û li gel parlamenterên bloka partiya Kesk (Gruen) û partiya xiristiyan a demokrastîk (CDU) û çepir civiyaye.

Di civînan de berdevkê siyaseta derve ya partiya xiristiyan a demokratîk (CDU) Jorken Hardt û pirsporê kar û barên bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn Dr.Carsten Wieland beşdar bûn.

Civîna duyemîn li gel endama çepgirê Alman bû; birêz Svem Dagdlen û endamên partiya Kesk û endamê parlamentoyê Max Lux.

Di civînan de dozên cihereng ên girêdayî Sûriye, çareseriya siyasî û rewşa li herêmên Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Li gorî malperê şandeya MSD`ê teqezî bi rola Almanya di çarseriya siyasî de kiriye ku piştgiriya diyaloga di navbera sûriyeyiyan û hêzên wan ên demokratîk de dike da ku aloziya li welêt çareser bibe û Sûriyeya nû bê avakirin.

Di dawiya civînan de, teqezî bi girîngiya xurtkirina peywendiyên domdar di navbera nûnertiya MSD û blokên parlamentoya Almanyayê hat kirin. Her wiha teqezî bi pêwîstiya hevgirtina hewldanên demokratan ji bo pêkanîna veguhastina demokratîk li Sûriyeyê.

(şx)