Pedersen: Çareseriya krîza Sûriyeyê dûr e

Nûnerên navneteweyî ya bo Sûriyeyê diyar kir ku valahiya vîna siyasî, dûrketina helwestên cewherî yên aliyan, nebûna baweriya kûr û atmosfêra navneteweyî hêmanên li pêş çareseriya Sûriyeyê ne.

Pedersen: Çareseriya krîza Sûriyeyê dûr e
28 îlon, 2023   08:05

Li gorî malpera NY′yê, nûnerê NY′yê yê taybet bo Sûriyeyê Geir Pedersen li pêş Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî got çareseriya giştî ji şerê li Sûriyeyê hîn dûr e, ji ber ku bawerî tune ye û helwest dûr hev in.

Pedersen duh di rûniştina konseyê ya der barê rewşa Sûriyeyê de got hêmanên li pêş çareserkirina krîza Sûriyeyê bend in, valahiya vîna siyasî, dûrketina helwestên cewherî yên aliyan, tunebûna baweriya kûr û atmosfêra navneteweyî ne.

Têkildarî êşên sûriyeyiyan Pedersen got: "Em nikarin bi hêsanî rewşa heyî qebûl bikin, ji ber ku dê zêdetir be û dibe ku hilweşe û dê astengiyên nû biafirîne.

Pedersen diyar kir ku pêdivî bi destpêkirina xebateke siyasî heye ku encamên li ser erdê pêk werin û hêviyek bê dayîn.

Pedersen anî ziman ku li şûna rewşeke vegerandina penaberan û koçberan bi awayekî dilwazî, ewle û rûmet bên avakirin, lê hîna welatî şerê hev dikin û birîndar dibin, her wiha di meha borî de bi deh hezaran koçber bûn.

Pedersen behsa bûyerên nû yên moralketina gel li Sûriyeyê kir û bal kişand ser xwepêşandanên li Siwêdayê yên bi xwestekên aborî, civakî û siyasî.

Pedersen bang li aliyên Sûriyeyê, tevahî aliyên aktîf ên navneteweyî li Sûriyeyê kir ku bi awayekî cewherî çareseriyê qebûl bikin û got dê ev yek bi awayekî hevseng û lezgîn bandore li aliyên aborî, ewlehî, siyasî yên neyênî jî bike, jinûve dest bi xebata siyasî bikin û li gorî biryara 2254′an tev bigerin.

(fr)